Mîranî: “Emê destê ku dirêjî me bibe bibirin”
Li gora nûçeya AKnews, endamê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand ya ku li Silêmaniyê hate kirin destekî dujminkarî tê de ye û armanca wan jinavbirin û têkdana ezmûna Herêma Kurdistanê ye, kî bêrêziyê li ser baregehên PDKê bike ew dê li ser giran rawestin.
listi hawpaymani la musl, fazl miraniMîranî derbarê bûyerên dûhî yên li Silêmaniyê de got, “Me berê berpirsên kargêriyê yên Silêmaniyê haydar kir, zanyariyên kitekit li ber destê me hene ku di wê xwepêşandana li Silêmaniyê de dê bêrêzî li hember Baregeha Liqê 4ê û baregehên din yên DPKê bê kirin, lê îdareya Silêmanî, asayîş û polîs, parastina baregehên PDKê girtin stûyê xwe. Mixabin ne asayîş ne polîs xwepêşandana li Silêmaniyê kontrol nekir. Diyar bû armanca xwepêşanderan êrîşbirina ser liqê 4ê ya PDKê bû.”
Mîran got, “Em dipirsin, aya liqê 4ê PDKê ji nebûna elektîrîkê berpirs e, tenê ew baregeh berpirs e ji hebûna gendeliyê û çareserkirina wê arîşeyê? Gelo liqê 4ê li Silêmaniyê hikûmet daniye? Eger pêştir plan bo van bûyeran nehatibe dariştin. Her bêrêziyek li hember baregehên PDKê bê kirin emê li ser giran rawestin. Heta ku ji me bê emê yê ku destê xwe dirêjî me bike emê destên wî bibirin. ”
Endamê Polîtbûroya PDKê got, “Pirs ew e, gelo çima tenê liqê çar bûye armanc. Tiştê ku li Silêmaniyê hate kirin destekî dujminkarî li pişt e û armanca wan jinavbirin û têkdana ezmûna Herêma Kurdistanê ya cîgirbûyî ye. Wek PDKê em fêrî wê çendê nebûne ku destdirêjî li kesî qebûl bikin, destdirêjî li ser kesî nakin. Divê hikûmet kesên li pişt vê êrîşê ne aşkere bike û bibe ber dadgehê.”