Cîhan

Îsrael Balyozxaneya Tirkiyeyê girt

Îsrael Balyozxaneya Enqereyê û Konsolxaneya Stenbolê ji ber pêşîgirtina êrîşên terorî ji bo demekî kin girt. Rêveberiya Îsraelê di 3 welaten de jî tedbîrên bi vî awayî girt.

Derket holê ku Îsrael ji ber parastina dîplomatên xwe di 4 welatan de nûnertiyên xwe girt û yek ji van welatan Tirkiyeye.

Berpirsyarek Konsolxaneyê Enqereyê da zanîn ku nûnertiyên Îsraelê ji roja înê ve hatibûn girtin. Lê berpirsyarê Konsolxaneya Îsraelê li ser vekirina nûnertiyên Îsraelê jî agahiyek nedaye.

Berpirsyarek Îsraelî jî ji rojnameya Haaretzê dabû zanîn ku ‘’ Ji ber daxwaza Hikumeta Îsraelê heta  roja Înê em nikarin ji mala xwe jî derkevin. Emê her şev li ser fermanên ewlekariyê brîfing digrin û di vê navberê de di mala xwe de dixebitin. Di van salên dawiyê de li Efriqaya Rojava û Kendava Îranê êrîş birin li ser hedefên Îsraelê lê neserkeftin. Her wiha li ser Konsolxaneyên Misr û Ûrdinê jî êrîş birîbûn ew jî neserkeftîbûn.

Back to top button