Hejmara sibatê ya Le Monde diplomatique kurdî derket!

Hejmara Le Monde diplomatique kurdî ya sibata 2011an bi naverokeke dewlemend derket û li firoşgehên navendî yên Ewrûpayê cîhê xwe girt. Rojnameya mehane ku bi mijarên li ser siyaset û çanda Kurdistan û cîhanê ve dagirtiye derket pêşberî xwendevanên kurdî.

Di vê hejmarê de nivîseke siyasetmedar û rojnamevan Marwan Othman ya bi navê, ‘’Kurdên Sûrîyê: Hişyarîya bi xwe, di navbera nasnameya niştimanî û neteweyî de’’rûpela yekem ya rojnamê dixemilîne. Othman, di gotara xwe de cîh dide pêvajoya şiyarbûna hestên netewî yên Kurdên Sûrîyeyê. Othman, di gotara têkildar de rave dike ku, desthilatdarîya komelgeha navxweyî li Rojhelata Navîn, bi gelemperî li ser bingeh û binyadên ol, êl û malbatê û li gor pêdivîyên wan tê ava kirin. Othman, di gotarê de bi berdewamî dide zanîn ku herêmên kurdan li Sûrîyê, berî herifîna Împeratorîya Osmanî, bi herêmên kurdên bakûr ve girêdayî bûne û piştî têkçûna tevger û serhildanên bakûrê Kurdistanê gelek rewşenbîran jî berê xwe dane ‘binxetê’.

Nivîseke din a redaksiyona kurdî jî ewe ku, bi navê ’’Ji Tûnisê heta Misirê, ji Sûriyeyê heta Yemenê: Gava rejîmên
ereban dihejin’’ji aliyê nivîskar û huqûqnas Riza Dînç ve hatiye nivisandine. Nivîskar, piştî ku li cîhana ereban pêla şokan dest pê kir, di nivîsa xwe de balê dikşîne ser raperînên ji Bakûrê Afrîkayê heta Rojhilata Navîn û di derbarê karakterên wek hev ên
van rejîman de nirxandinên balkêş dike. Nivîskar, herweha tîne ziman ku, dewletên ereban ku xwepêşandanên protestoyî bi awayekî gur û geş lê pêk tên, xwedîyên strukturên sosyoekonomîk û rejîmên siyasî yên gelekî dişibin hev in.

Di beşa ‘’Arşîva Bîra Kurdan’’ ya Le Monde diplomatique kurdî de, nivîsek ku di sala 1979an de ji aliyê xanima kevnesekreterê PDK-Î Dr.Evdirehman Qasimlo, Ana-Helena Krulich-Ghassemlou ve hatiye nivisandin cîh digre. Xanima Qasimlo, Ana-Helena bi sernivîsa ‘’Têkoşîna Kurdên Îranê: PDKÎ çareserîyeke federal dixwaze’’ gotara xwe nivisandiye. Ana-Helena, di destpêka nivîsê de qala nameyeke ku ji aliyê PDK-Î ve hatiye nivisandin û di sala 1979an de ji Xomeynî re hatiye şandin dike û weha didomîne:

’’Di belgeyeke Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê de, ku di 28ê adara 1979ê de ji îmam Xumeynî re hatibû pêşkêş kirin, weha hatîye gotin: “Gelê me ji bo du armancên sereke şer kir: têkbirina dîktatorîyê û bicihkirina rejîmeke mirovane, ya ku seranserê Îranê ji mafên azadîyên siyasî û herweha yên civakî re rêz digire û di çarçoveya sînorên Îraneke azad de ji bo hemû gelan, bi dirûvê xweserîyê an jî federasyonê, bidestxistina mafên neteweyî. (…) Çawa ku li Îranê pir gelên bindest hene, pergaleke federal dikare weke formula herî baş were qebûlkirin.”

Nivîsa duwem a Arşîva Bîra Kurdan jî ji aliyê nivîskarê îranî Ahmad Faroughy ve hatiye nivisandin û tevî kurdên Îranê li ser gelên din yên ku li Îranê dijîn disekine.

Le Monde diplomatique kurdî, di vê hejmarê de bi sernavê ‘‘Li cîhana ereb pêla şokê‘‘ cîh daye gelek analîzên bijare yên li ser Tûnis, Cezayîr, Misir û Başûrê Sûdanê. Di dosyeyê de ev nivîsên li jêr yên têkildar hene:

1)Serge Halimi: Ya nemumkin diqewime
2)Olivier Piot: Tûnis, Çirûska pêşî û Mihemed Bouazîzî. Kronolojîya Kurtedîroka Tûnisê.
3) Amin Allal: Tûnis, Pergala kevin, xwepêşandêrên nû.
4) Celîl Kaya: Tûnis, Êdî kes li benda Godot nîne…
5) Hicham Ben Abdallah El Alaoui: Tûnis û serîhildana biserketî
6) Eric Rouleau: Tûnis, Çavdêrîyên sefîrekî
7) Kader A. Abderrahim: Serîhildan û Tor a Berxwedanê li Cezayirê. (Cezayir: Dewlet, civak, nakokîyên welatekî)
8) Sarah Ben Nefissa: Tûnis, Di neynika şoreşa tûnisî re Misir

Û…

-Anne Felicitas Görtz: Sûdan, Başûrê Sûdanê – dema damezirandina dewletekê hatiye
-Marc Lavergne: Sûdan, Li Başûrê Sûdanê kronîka serxwebûnekê
-Maurice Lemoine: Sedemên Nask irineke Dîplomatîk Amerîkaya Latînî xwe vedixwîne Rojhilata Navîn
– Laurent Ballouhey: Çîn,Jinbûn li Çînê…
– Cathy Fourez: Meksîko, di girtîxaneya jinan a Santa Martha Acatitlayê de Girtîbûna rizgarker
– Camille Sarret: Jinên başûrî û vejîna femînîzmê
– Philip Golub: Bi awirê hevalbendên wê, dîplomasîya amerîkî

LMd-kurdî, ji bilî nivîsên jorîn di beşê ’’Ji çapemenîyê’’ de jî cîh dide hin nûçe û analîzên ku ji medyaya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê hatine bijartin. Le Monde diplomatique kurdî, herweha piştî pirtûk, fîlm, albûm û malperên kurdî di hejmara nû rûpela xwe ya dawîn de cîh dide kanalên televîzyonê yên Kurdan.

Beşê Kultur-Polîtîk yê Le Monde diplomatique kurdî, dîsa ji aliyê Kejo Bajar ve hatiye amadekirin û behsa sê pirtûkên kurdî dike. Yek ji wan, ya Mihemed Ronahî ye ku bi navê ‘’Bendewarên Adarê’’ derketiye. Kejo Bajar, li ser vê romanê weha dinivisîne: ’’Di fona vê romanê de, ku weke bûyerek feoadalî dixuye, serhildêrîya mah-kûman a li hember dewletê, wêneyên Şêx Seîd yê bi dîwarên mala ve daliqandî, Pîroyê ku piştî serhildanê aqil avêtiye û destanên kurd yên êvînê hene. Romanek di tahma kilamên radyoya Êrîvanê de.’’

Pirtûkeke din ku Kejo Bajar jê re cîh veqetandiye, ya Baba Tahirê Uryan e ku bi navê ‘’Şilfîtazî’’ nivisandiye û ji beytan pêk tên. Ev pirtûk, ji aliyê Sabah Kara ve ji Lorî bo kurmancî hatiye wergerandin. Pirtûka sêyemîn ku Kejo Bajar cîh dayîyê, ya helbetstan e û ji aliyê Ehmed Huseynî ne bi navê ‘’Teyrê Sîmir’’ hatiye nivisandin e. Rojname, di vê hejmara xwe de herweha tevî kurtejiyanê cîh daye tabloyên wênesazê kurd Fewzî Bîlge.

Nerîna min :