Kultur

Mîn dît û nabêjim (Roman)

Silêman Çakir

Bê di dema kî gund bú, çawa rengîn bûye, dema bûye navçe ew rengîtîye xwe parastîye. Heta bi 1972 ‘de gund bûye. 19/06/1987’de fermî bûye navçe. Di dewre kerbela de malbata Miftefa Çelebî jî hatine wir bi cîh búne. Piştî wextekî qabîle şerê hevdû kirine. Miftefa Çelebî penaberi dergehê Osmanîye bûye. Ew war û navçe û gund navê wê Mîyaran’e. Dibêjin ji navê Bêrîvan tê. Hineke gotîye Mîrvan.

..Bi zazakî Bîyanrûyan’e. Navbenda du ava. Osmanîye gotine Mayrî, rêçke avê. 1960’de navê wê guhertine, kirine Aricaq. Gel bi gelekbûn bi zazakî mûjúl dibê. Çîyayê spî, Çîyayê pozê zirav. Çîyayê serwî jêre cîranin. Her hêz û xeta reş tim liser proje dane meşandin û şer û pevçún berdewam búye..

Warekî rengîn û heremeke kevnar, navçeyeke ji gund bûn, búye navçe, di 1926’de li Baskîl’e Kevin ava bûye. Ji gelek medeniyete re malmêvanî kirîye. Gelek beglik, Komar û împeretor avabûne. Liser rêçke merkezîye û búye cîyê bezirgantî û dil xweşîyê.ji dewra  Qalqolîtîk, Neolîtîk girkê şemsî, îmîquşaxi, Habîbuşaxihoyûk hene û dîrokîne. Hereme ku Hîtît û Hurrîye şer kirine heye.

..Di dewra hesinde belge liser Asure derketine. B.M.’dê 805’de ketîye destê Urartûye. Di kîtabe Îzol qralê Urartu ên Du yem Sardun tênê ser ziman. B.M.’dê di qernê 8’yemde Med’e Urartu têk birine. Pers, Helen dagirger kirine. Roma, Bizans îşgal kirine. 1071’de dîse dest dayîye guhertin. Goçerê qonar ji Tûrkîstan liwir bi cîh kirine, sîyaseta îskan búnê pêk anîne. 1514’de ketîye bin himbêze Osmanî. 1933’de hatîye cîyê îro, 26/11/1933’de rêçke tênê vebúye. Jibon ku heremeke pîroze tim liser şer pêk hatine, xeta reş tim liser proje dane meşandin. ..

Di her dem û dewrande zilm û zordarî dîtîye. 1936’de ji gund bûn derketîye bûye navçe. Bi nivnavçeye Ohî ve weke gundê girik girêdayî buyî. Gelek qewm liwir jîyan kirine. Rum, Keldan, suryan hwd. Di dewre Hz.Omer feth bûye, îran, Ereb, Bizans, liser şerê hevdú kirine. Ewe navçeye Dep (Depe).Di 1107’de Selçukîye sitandine. Her tim zerare şerê dagirkere dîtîye. Gelekî maldar û girînge. Baraje Keban dema dest pê bûye liser navçeye Kebân lîkolîn pêk hatîye. Di dewre qalqolîtîk, B.M.’dê 5500-3500 gelek belge derketine. Dîwarê ji kevire, xanîyê ji kerpîçe didine nasa ku kúltire heremêye. Bakûr’ê Surîye, Mezopotamîye, Ìranbi hevdûre pêwendî pêk anîne.

..Girkêparastenî de qebir, sifir, barut, zîv, tiştê çê bûne derketine. B.M.’dê 3500-2000 salde di dewre zîvde Kebàn bûye mesken. Aletê ji kevir û axê hebûne. B.M.’dê 2000 salde ketîye destê Îşuvayîye. Mûhrê Luvîye derketine. Demekê Îskîte hicûm berdane ser. Di dewre Helenistik de bûye qonax. P.M.’dê di qernê 11-13 ‘yem de Selçuk sitandine. 1070’de ketîye destê Safewîye. 1515’de Osmanîye sitandine. Di madenden maldare. Dîroke wê diçê heta qernê B.M.’dê xvı-xıv yem, dewre Hurrîye. 1954 ‘de bûye navçe, ewe bajarê Kebân. Jibon girîng û maldare tim liser xeta reş û hêze şer kirine û projê xwe dane meşandin.

Di navbenda çîye û bingeha zinar de ava bûye. Quleye seat û meskenê komarê padişah S.A.Di dewra wîde ava bûye, warê Med û meskenê xebatkàrê madene ye. Heta 1889 de bi Amed ve girêdayî maye .1889-1924 de mutasarrif. 1924-1927 de walîye rêvebertî kirine. 1927 pêde, bi Xarpêt ve hatîye girêdan. Liser rêçke Amed’e.

..Dîroke wê B.M.’dê diçê 2000 sal. B.M.’dê 1450 de qralîyete Mîtannî dom kirîye. B.M.’dê 30-P.M.’dê 180′ dê Qralîyete Roma serkêş bûye. P.M.’dê 1077′ Selçuk, 1515’de YSS.Wê dahîlî osmanî kirîye. Çîyayê Mîhrap cîrane. B.M.’dê 7000-8000’ de sifir hatîye derxistin û pêk hatîye. Jibon ku giringe şer tim liser bûye. .

War ew ware ku ser biser rengîne, lê ji wêrantîyê di nalê û nale nale wêye. Ew navçe Palî ye. Sê (3) care cîh gûheztîye û di dawîde cîyê ku neha lêye, liwir ava bûye. (Palo )…Çemê Muradê di nav dilê wêde derbas dibê. B.M.’dê 5000 sal belge peyde bûne, warê kultur û çandê bûye û wextekî bûye merkeze kultur û çandê.

..Serdore wê girikin. Gelen qewm hatine û çûne, lê tim warê med bûye. Sûmer, Hurrî, Hitît, Asur, Urartu, pers, Roma hwd bûye mêrge kulture. Di dewre Cemşîd begde dahîlî Osmanîye bûye. Kelha Şîmşat, mescîde Cemşîd qebra wî, pire Palî, surp Boghos vanq dêre hwd dîrokî û di xemilênin Palî. Hemame kîndîk û wê demê bi Amed ve girêdayî bûye. Daristan û şînayî, dîrok û kevnar bûn di dilê wêde hêlîn ava kirine. Tim şer û pevçûn û xeta reş her tim ser proje dane meşandin, lê wê xemlane xwe winda nekirîye.

Hewqas rengîne û bâlkêşe, kê dîtîye û naskirîye, buyu evìndarê wê. Li milekî derya û li milekî çîyayê bavo hezar. Ewe meskenê Med û Gutîye. Navê wê dibêjin sîwrîce. 1936 de di heyva sibatê de li gundê rêçkâ kâlo ava bûye. Di 1938 de anîne kêleke gole Hezar. Di dewra Bîzans de Erebe hicûm berdane ser. Gelek caran dest dayîye guhertin. 1072’de osmanî. 1234’de Eleaddîn qeyqubat xistîye bin himbêze selçukîye.

..1243’de Îlhanî, 1366’de Memlûk, 1465’de Aqqoyun, 1507’de safawî, 1514’de Y.S.S.dahîlî osmanìye kirîye. 1933-1940’de ji Romanya, Yugoslavya, Rusya 6000 zêdetîr penaber anîne liwir û serdora wê bi cîh kirine jibon ku demografîye wê bê guhertin. 1938’de di kêleke gole Hezar de li rojavayê wê gundê sîwrîce ava kirine. 1936’de bûye navçe. Li çîyayê bavo hezar kaşe  (befirajo, kàşûn, pàlîk) ,çetîr  (pereşût ,çalekî  (Bandêrî )pêk tên. Tim liser şer búye û xeta reş projê xwe pêk anîne. Lê ew tim xwe parastîye.

Warekî kevnar û dîrokî. Male qewmê her heye, lê bûye mêvan. Bajarê Hurrîye û Mîttanîye. Pire navbenda Mezopotamya -Ewropa û Asyayê. Di wextê dîrokê de gotine Amed, Amîd, Amîde, jiBon beden û kevirê reş hineke gotîye Amîde reş. Elcezîre li Bakûrê Mezopotamîye û dewre kolandine kevir li şikefta Hîlar belge hatine dîtin. B.M.’dê 7500-5000 sal hebûye. 2000 sal Asurê nû, helenîst, Roma ev bajarê qedîm merkezi bûye.

..Kelha exîl Di kevirê wê de ji dewre Asur de kitêb hatine dîtin. B.M.’dê bi 3000 sal Hurrî û Mîtannî bûne hûkûmdar. B.M.dê 1260 pêde Asur, Aramî, urartu Med û hwd serkêştî dane meşandin. Ev heye 7000 sal tevlû bedene xwe ku liser pîyeye. Hûkûmdarê AsurAdad-Nîrarîye liser şûrê wî Amed bûye. Bizans gotine Amed, ew Mîd, Emît, Amîde, piştre gotine Reş Amed. Erebe bi zanebûn gotine Dîyar-i Bekr’e. Li girkê qortîk B.M.’dê 10400-9250 de belge didine nasan ku jibon her mirov bûne malmêvanî. Baxçê Hewsel dîrokîye, qebrê Asure ji kevir hên jî hene. 1515’de wek merkeze eyaletî berdewam bûye û ketîye bin himbêze Osmanîyede. Tim liser şer û lîstik pêk hatine, xeta reş her tim jibon xwe kirîye hedef û armanç.

Gündeki piçûk û wext hatîye bûye bajar, ew warê Med, Gutî. Bi 4000 sal, B.M.’dê 2000 sal Asur û Hurrîye jîyan kirine. Girkê sê de Hurrîye Seray ava kirine, jibon parastinê. Navê wê Tuşba ye, qralê Asur Banîbal ava kirîye. 1865 ‘de gerokê Engelîz Taylor liser lîkolîn kirîye û Du kevirê çigandî dîtîye û birîye, xistîye muze Bîrîtîsh. 1989’de lîkolîn liser bûye û di derheqê Saraye Tuşba de belge hatine dîtin.

..B.M.’dê di 1050 de Asur hicum berdaye ser û gelek zerar û zîyan danêde. 1963 ‘de ava Dicle bi serve çûye û gelek malbat penaber bûne. Bîstmal gund ava kirîye, ji wê demê pêve navê xistine Bîstmal û piştre gûhertine. Berî bi 270-350 sal ava xwe ji çil piyar anîne. Jibon xweşbûn û hejabúne Bîstmal’ê xeta reş û hêzê dîtir tim liser şer kirine.

Çermug û bi navê Kevin ên dîrokî, Alberna. Bi zazakî ava germ, tê mane Çermug. Navê xwe ji ava kânîyê germ girtîye. Ji alîyê kânîye û avê maldare. Ji 8 (heşt)sancaxe yek jê bûye. 1518’de bi fermî 12 sancax hatine nivîsandin. 1939’de sistem hatîye guhertin, 1868’de sisteme bajarê wîyaletî pêk hatîye. 20 Nîsan 1924’de navçe ava bûne. Di bêngîye Alberna de gelek mîmarîyê dîrokî hene, lê liser lîkolîn nebûye.

..Ji gelek medeniyete re malmêvanî kirîye. Çemê pêşî, çîyayê kelhê, ên berker, serdora wê dane xemilandin. Ava mîdye, ava çav, ava beglig madrap, ava sînan jîyan didê. Pire Berman dîrokîye warê Gutî û Med navçeye Z.G.Di her warîde rengîne. Xeta reş û hêzê dervî welat tim liser proje dane meşandin.

Demekê gunde búye navçe. Sal 1937.Navê berê Melqîs, wextekî gotine Xankânî (Hanakpınar )cî daye gurhetin û liwir ava kirine. Berî 1937 gotine kànîye spî. Liser rêçke kerwane

Di cîyê wêde kanî hebûye, piştre xan ava kirine. Çemê kevirê  reş dîrokîye. Ji dewre paolîtîkê tê. Kelha zerevan, gundê filiz rês, qebrê kevire, sarniç, dîrokîne ji dewre Roma û Bîzanse tên. 1515’de ketîye bin himbêze osmanîye de.Medresê Kurd li girkê spî û zêrherikê wa gunde berdewam búne. Qasir û camî di wê dewrê de ava bûne. Qebra şêx Ehmed û camîye wî mînê zindîne. Pire Dîlawer, Kelha Mîr Xidir, dîroke wê didine nasan. 1939-50’de ji Bulgar û Qûdûs penaber anîne û liwir bi cîh kirine. Her wext xeta reş û hêzê dervî welat tim liser lîstik pêk anîne. Lê hebûne xwe winda nekirîye.

Gundekî çîyayî û weke direfşekê ava bûye. Piştre bûye quncik. Demekê bi Sîwêrek, Demekê bi çermîk ve hatîye girêdan, warê Med û Urartu. Gelek penaber di 1040 de hatine liwir bi cîh bûne sê kolan pêşî ava bûne. Girêdane wê 1883 ‘de pêk hatîye. Di şerê Balqan û harbe cîhanê di a yekemde hejmare wê kêm bûye.

..1183 ‘de Artuk bûne serkêş. Kolan 1475 de ava bûne 1953’de bûye navçe. 1518”de 12 direfş hatine nivîsandin, yek jê Çangûşe  (Çanquş ). Li hereme wê navê gelek cîye bi Ermen pêk hatîye. Xeta reş û hêzê leşkerî ên dervî welat tim liser proje dane meşandin.

 

Back to top button