Nivîsar

Bo çi kurd hene û bo çi tunen ne!

 

Sebebê ku Kurt tine ne û li ber tinekirinê ne. Hinek sedem û astengê diyar hene û hinek jê  xeffî ne. Hinek bi şevê tarî ne û hinek bi rojê ronî ne, dibînim û nabêjim. Çima tu nabêjê? Hema.

(Xweda) destûra şeytanekî li temamê însana dayîye. Lê ji xeynî şeytanê Ku Xweda serbest kirîye, sê mişrikên der û doran jî ketine nava Kurda, ev mişrikê hawîrdor! Hinek ji Kurda kirine  rîya Îblîs de. Hinek  singê kolik dihilkin û hinek lingê xwe didine ber wan, wan bi deve didine erdê û hinek tepik didine ber mîza wan ji bo guneh karî.

Xala duyem, Sedem çiye ku Kurd hene pirin, lê di hesab û kîtab de nînin. Kurd xwedî erdnîgerîneke berferehin, xwedî welatekî bi ebor û dewlemend in, xwedî geltureke kevnare ne, sedem û sebebê vê çine ku di lênûsa dinyayêde ne tomar kirîne û  tunene? Her kes van mijara û van sedeman di fikirin gelo?

Gelek sedem û asteng mijar hene, lê a gelek girîng û mezin  bingiha tunekirin û bîşaftin û cahîltî û hevrikê nabeyna wan de  fêm nekirina netew û nîjadîya qewmîyetê ku jê fêm nakin û hem jî ew xwe bixwe lewaz dikin û winda dikin. Her kes vê nizanê, bo çî nizanin? Lêkolîn nekirne ji xwe re, ne kirne mijar û kar heta ku bighine wê mijar û wê astê.

Bo çî li ser nasekinin û lê nekudênin? Tu taxê pera amade kirî di vê keda birûmet de nînin; ew nêzîk di meyzênin li dûr nafikirin. A pêşî ji wan re perene, dîn û îman û şeref wesf û pesnê wan di pera deye. Riya pêşî pere xwîya nekin, ew bi wê riyê de nameşin. Qenc di dîrokê bifikirin û bixwînin ê dûr û nêzîk di ber çavan re derbas bikin.

Ê ku li ser Ziman û çanda Kurdî hebûn û nebûna Kurd Xebat kirine, van temama di ber çavan re derbas bikin. Melayê Cîzîrî,Feqhê Teyran,Ahmedê Xanê, Seydayê Cegerxwîn,Celadat Alî Bedîrxan… Evan tevan di feqîrtî ke dijwar de jiyane xwe derbas kirine û kesek li wan nebûye xwedî û ti nirx jî bi wan neda ne.  Ji ber vê yekê Gelê me î Kurd jî pêça xwe nadine nasnama xwe ku navê wan bi Kurdî bê naskirin.

Di destpêkê de min got: “Bo çî Kurd hene û tune ne, sedemê  wê evin ji ber ku bi zimanê Kurdî ne nivîsîne û bi Kurdî ne xwendine! Ji hevdû re name bi zimanê xwe î zikmakî nenivîsîne û ne xwendine. Nîjad perwerî di xwîna wan de na meyîye. Divê ku mere bi zimanê xwe î dayîkê bixwînê û binivîsê hingî wî netewparêzî di xwîna me re de wê bi meyê!  Heger ku ew netew û Kurdewarî di xwîna wen de meyî kes nema karê bi pera û bi lîstika nikarin mere bixapînin.

Xweska ku her kesê Kurd li ser ziman û çanda Kurdî lêkolîn kiriba jê fêm kiriba û hij qewmîyeta xwe kiribana Kurdîtî di xwîna wan de meyîba na, çiqas xweş û baş bû.

Dewleta Tirk bi çar serîya û çar zimanê xapandinê bi Kurda re di axivê û Kurda dixapênê. Celebek ji gelê Kurd çêkirine perwerde kirine û têra wan pera didê wan. Bi zarekî xweş û nerm û şîrîn kurban û heyran bi wan û zarokê wan re diaxivin, wan diewirêninê xwe, wan hînî zimanê Tirkî dikin, wan hînî gûltûr û daçê Tirka dikin! Celebek din hene ew wan teva dibine dibîstan û qûnaxê xwe cîyê raketinê, wan xweyî dikin û wan dikine memur, wan dikine pêwîrdar, pileka wan bilind dikin.

Beşek din hene gund bi gund digerin pera didin wan hin ji bo ziretê, ji bo pez xwedî bikin, dahl û reza çêkin. Beşek mezin hene tev xortê bê îş û bê emel. Wan xorta lev divehewînin û wan dibin cîyê sporê xwarna wan û razana wan û hinek pera didin wan, serê wan tam mezin dikin.  Dibêjin: Ev taximê me filan sporê gelek jêhatîne.

Ev tevan tezgehê pîşaftinê ne, ev hemî sîstematîk biazîn van xebata dikin. Ev sîleha herî bi hêz ku wê Kurda biqelînê ev dolabin!  Ji xwe a gelekî xedar ku di reklama de jina derdixin ji bo çêkirina xwarnê û wan jinka derdixin ha wesfê wan didin bi tirkî sibeha di wî wextê ku jin îşê xwe dikin û li televzyonê dinerin, wextê wan jî zanin pisporin. Ev xebatên dewletê ku bi rihetî gelê me xortê me dixapênin asimilasyon dikin, bîşaftin dikin ev xeterek gelek mezine.

Evan gurupa van celeba tev kûltûre wan ji wan didizın a xwe dikine ciyê a wan de  bi zarê xwe gelek bi zane bûn bi wan re diaxivin. Wisa bi pisporîke gelek xwert zimanê Tirkî bi wan şîrîn dikin! Di vê mijarê de serkeftî bûne îdî jinkê Kurda ew xwe bi xwe zarokê xwe bîşaf dikin! Wan zarokê xwe ji asaleta wan dûr dixin, dikin ku ji zimanê xwe û çanda xwe fedî bikin.

Yeke din ev  TRT KURDÎ  Wan her sê salên pêşî bi Kurdî berhem û çapemenî dikir. Lê ev salekê ku ew jî bi nîvî kirine, nîvî Tirkî û nîvî nîv kurmancî dikin ev jî bîşaftin e. Hinek çanda Kurdî ku mabû bi van stran û dîlokê Kurdî lê ew jî herimandin. Nîvî bi Tirkî û nîvîyê din jî di gerbilênin, dilewitênin.

Ew kesê ku ji aslê xwe fedî bikê bav û kalê xwe pîs bikê ka mere çi hêvîyê ji wan bikê? Tu hêvê di wan kesande namînê, ewê ku hêvî di wande nebin gazin jî di wan de nînin.  22.12.2019

Dilciwan Helbest

 

 

 

 

Back to top button