Cîhan

Rusya: Divê hemû xaka Suriye di bin serweriya Şamê de be

Wezîrê Derve yê Rûsya yê Sergey Lavrov  li Moskova ligel Wezîrê Derve yê Sûriye Welîd Muelim civiya ûdaxûyakirin ku, Rûsya hemû hewlên xwe ji bo vegerandina serwerî û yekperçeyîya xaka Sûriyê dide. Dema hemû xaka Sûriyê vegere di bin kontrola Şamê, dê mercên baş peyda bibin wê hwmû mafên pêkhatiyên Suriye jî bêne garantî kirin.

Lavrov diyar kir, niha Sûriyê di qonaxa çûna ber bi jiyana aştiyane de ye û divê civaka navdewletî plana xwe ji bo piştevaniya aştiya li Sûriyê daynê.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Sûriyê spasiya Rûsya û Çînê kir, ku li Encûmena Asayişa Navdewletî veto li dijî projebiryara welatên rojava bo derbaskirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê bikar anîn, ji ber ku ev yek serweriya Sûriyê binpê dike.

Wezîrê derve yê Suriye Welîd Mûelim ragihand, ku Tirkiyê li Serkaniyê û Girêspî mal û mulkê xelkê didize.

Wezîrê Derve yê Sûriyê da xûyakirin ku, ku Amerîka, Îsraîl û Tirkiyê naxwazin ti çareserek ji rewşa Sûriyê were dîtin.

Mûelîm dibêje: Ev dizî û dujminkariya Tirkiyê bi hêza çekdar tê kirin, bi wateya çetegeriyê tê. Di berdewamiya axaftina xwe de Mûelim ragihand: “Bi kurtî, komploya Amerîkî, Tirkî û Îsraîlê tevî hin welatên navçeyê li dijî Sûriyê berdewam e, ew jî ji bo ku astengiyê li pêşiya hewlên me bo têkbirina terorê bi hevkariya dostên me yên Yekîtiya Rûsyayê derdixe.”

 

 

Back to top button