Pêşmerge serdana Fransayê dike

Şandeke Pêşmergeye bi serokatiya Fermandarê Fermandahiya Hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî serdana paytexta Fransa bajarê Parîsê dike.

Şendeke ji Pêşmergeyên Zêrevaniyê ji aliyê Fransayê ve weke fermî hat vexwendin ku beşdarî merasîma vewxistin agir ji bo rêzgirtina serbazên wenda bibin.

Ji sala 1923 bi berdewamî agir li weke rêzgirtinekê bo milyon û nîvek ji leşkerên Frensî yên ku di dema şerê cîhanî yê yekem de canê xwe ji dest dan tê vewxistin.

Şanda Hêzên Zêrevanî jî li Parîsê ye û îşev di saet 20.30ê de agir li ser gora serbazê nenas vexistin û guzrên gulan danîn ser gorên serbezan.

Yekem car e ku şandeke ji Hêzên Pêşmerge beşdarî vê merasîmê dibin.

Derbarê serdanê de yek ji endamên şandê General Behcet Teymez ji Rûdawê re got: “Fransa yek ji welatên dostên Fransayê ye, lê piştî şerê DAIŞê li welatên cîhanî Pêşmerge deng veda û li welatên cîhanî hat naskirin. Piştî şer navê Pêşmerge li welatên cîhanê derket pêş. Em kêfxweş in ku ji bo rêzgirtina serbazên qurbanî yên Fransayê hatine vexwendin.”

 

Nerîna min :