Milk û malê Newşêrwan Mistefa nava Tevgera Goran tevlîhev dike
Piştî derbasbûna du mehan bi ser wefatkirina Newşêrwan Mistefa re, Her du kurên wî, Nima û Çiya, mîras/milk û malê bavê xwe li ser navê xwe tapo kir û niha ew xwediyê miyonan dolaran in.Li gor rojnameya Awêne, roja 25.07.2017ê bi nivîsa jimar 48/63 pişkên kompaniya Wuşe ku 300 milyon pişkin, û zeviya Girdî Zergete ku baregayê sereke yê Tevgera Goran û mala Newşêrwan Msiteva li wire û 122 donem zeviye, li ser navê her du kurên Newşêrwan msitefa hatine tapo kirin.Li gor rojnameya navborî, ji aliyê qanûnî ve, niha her du kurên Newşêrwan Mistefa, Nima û Çiya xwdiyên; 122 donem zevîya Girdî Zergete, avahiya çavdêriya darayî, 25% ji sopermarket Metro, 15% Kargeha Gasin ya çîmentoyê, kenala KNN û çend avahiyên din li ser girdî Zergete, ev hemû bi milyonan dolaran tên xemlandin. Li gor rojnameye Awêne, Tevgera Goran nexwediya tu dahatiyekê ye û hemû mal û milk û kompanî û televzyon li ser navê her du kurên Newîêrwan Mistefa (bavê Hejaran) hatine qeyde kirin.Piştî ev nûçeya hatî eşkere kirin gelek reajsyon çê bûn û kadiro û endamên parlamnetoyê yên ser bi Goranê nereazîbûn nîşan da lê heta nuha bi fermî tevgera Goran tu daxiyanî li ser vê pirsê nedane.