Polîtîk

Barzani:“Tu carekê çaverêya wê nebûn, ku welat bên û bibêjin ev e dewlet û li we pîroz be

Roja sêşem 30.08.2017 li bajarê Hewlêrê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel hejmarek ji Mamostayên Zanîngehên li sînorê parêzgeha Hewlêrê civiya û gotarek pêşkêş kir.Serok Barzanî li gotara xwe de bi dirêjî behsa wan sedeman kir ku bûne sedema wê yekê ku gelê Kurdistanê hêvî bi soz û rêkkeftinên li gel Bexda nemîne û ronahî kir ku ji bilî wê yekê di destpêka dirûstkirina dewleta Iraqê şeraketeke rasteqîneya di navbera Kurd û Ereb mercekî serekî bû, ku bi dirêjahiya pêşerojê beşa me ji vê şeraketê her karesat û zulm û enfal û kîmyabaran û ruxandina 4500 gund bû, piştî rûxana rejîma Be’es jî ku hêviya me wiha bû Iraqekî demokrata federal avabikîn, dîsan dijî mafên me rawestan û xeraptir jî muamele li gel gelê me kirin ku birîna nanê xelkê Kurdistanê bû û eve li enfal jî xeraptir bû ji ber ku hemû takekî Kurdistanê li xwe girt bi zarokên şîrxwar ve jî.Serok Barzanî ronahî kir ku me li peywendiya xwe ya li gel Bexda me hemû rêyek ceriband, lamerkeziyet û otonomî û federalî, encama wê jî îhmalkirina gelê Kurdistanê bûye. Ji ber ku desthilatdaran jî guherîbin, çand neguheriye ku çanda xwesepandin û takrewî û bi pêvek dîtina xelkê Kurdistanê û derket ku li pêkanîna şeraketê serkeftî nebûyîn û baştirîn çareser eweye bibîne dû cîranên baş. Balkişand li ser wê yekê jî ku referandûm amrazeke ji bo wê yekê gelê Kurdistanê biryara xwe bi dinya rabigihîne, ewên ku daxwaza paşxistina referandûmê dikin, eger bedîleke we heye ku gelê Kurdistanê bigihîne heman encam û armanc, bila bîxîn rû eger na tozqalêk ji wê biryarê paşvekêşiyê nakîn û referandûm di dema xwe ya diyarkirî da birêve diçe.Serok Barzanî li gotara xwe de pîrozbahiyê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kir ku biryar dane referandûm li wê parêzgehê birêve biçê û balkişand li ser wê yekê ku nabê peywendî li gel ewan bê birîn ku li gel biryarê nebûn ya karvedana beranber wan hebê ku daxuyaniya îstîfzazî didin, belkû divê li gel wan nerm bîn û diyalogê li gel wan bikîn. Di derbarê bi nasnameya Kerkûkê jî Serok Barzanî tekez kir ku Kerkûk Kurdistaniye û divê Kerkûk bajarê pêkvejiyana pêkhatan bê. Di derbarê wan nûçeyan jî ku qaşo hewlek hebê ji bo wê yekê bi zorê Kerkûk ji Kurdistanê veqetînin, Serok Barzanî ragihand: Her kesek bîr li wê yekê bike plangêriyê bike û bi zorê Kerkûk ji Kurdistanê veqetîne ewe rûbiruyê hemû gelê Kurdistanê dibe û hemû takekî gelê me amadeye giyanê xwe ji bo parastina Kerkûkê bibexşê.Li beşekî dinê gotara xwe de Serok Barzanî biryara referandûmê ji bo xelkê Kurdistanê xuyakir, spasî wan aliyan kir ku roja 7ê hezîranê bi piştbestina daxwaza gelê Kurdistanê biryarê dan 25ê eylula îsal bê destnîşan kirin ji bo roja encamdana referandûmê û tekez kir, referandûm mulkê hîç kes û aliyekî diyarkirî nîne, belku mulkê hemû gelê Kurdistane.Di derbarê wan daxuyaniyên ku ji bo dijayetiya referandûmê têne bihîstin Serok Barzanî ragihand ku li vê demê de li gel çendîn şandê welatên cîhanî û welatên cîran civiyame, hîç nûnereke wan dijayetiyê ji bo daxwaza Kurd li diyarîkirina çarenivîsê nîşan nedaye, tenê têbîniya wan li ser dema wê ye û baweriya wan wihaye referandûm li vê rewşa pir qeyrananeya navçeyê da, bandorê li ser şerê Da’îşê dike, lê belê li rastiyê da wiha nîne û ew bandora xwe nabê, balkişand li ser wê yekê ku tu demekî li benda ewe nebuyîn ku hinek welat bên û bibêjin eve dewlet û ji bo we pîroz bê, di dema hilbijartinên sala 1992 û paşê jî li biryardana federalî jî berev rûyê wan heman gefan buyîn ku niha hene, lê belê ew hatin çespandin û hemû ewên ku dijayetiyê dikirin paşê jî muamele li gel da kirin.Li berdewamiya gotara xwe Serokê Herêma Kurdistanê, carekî din di derbarê awayê paşaroja dewleta Kurdistanê got: “Min pê başe dewleta Kurdistanê, dewletekî komarî, demokratî û federalî bê û tev‌ahiya mafên pêkhatên neteweyî û olî têda parastî bê”.Her wiha got: “Pêwîste li dewleta nû ya Kurdistanê da kar li ser sîstemekî nû ya aborî bê kirin û daxwaz jî li mamostayên zanîngehê û akademiyan kir, hevkariyê li destûra dewleta Kurdistanê de bikin. 

Back to top button