Cîhan

Dê Rusya dewleta Kurdistanê nas bike

Bi nêrîna Nûnerê PDKê li Rûsya Dr. Xoşewî dê Rûsya yek ji wan welatan be ku dijayetiya mafê çarenivîsa Kurdan nakin û eger Kurdistan sûdê ji vê derfeta dîrokî werbigire dê Rûsya îtîrafê bi serxwebûna Başûrê Kurdistanê bike.Li gorî Dr. Xoşewî û li gorî hevdîtinên wî yên liegl Wezareta Derve ya Rûsya, jê re diyar bûye ku berpirsên Rûsya amade bûne ku piştgiriya doza Kurdî bikin.Dr. Xoşewî ku berê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû li Rûsya, wiha dibêje: “Helwêstên Rûsya li hemberî Kurdistanê hemû eşkere dikin ku ew welatê mezin li ser asta cîhanê piştgiriyê li pirsa Kurdî li navçeyê dike û herwiha jî Mosko piştgiriyê li serxwebûna Başûrê Kurdistanê.”Nûnerê PDKê li Rûsya wiha domand: “Di dema rêjîma Beis de, ji Rûsya dihat xwestin ku pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê qut bike, lê Rûsya ew yek nedikir û gelek caran Rûsya amade bû ku îtîrafê bi mafê Kurdan bike û niha jî Rûsya dê îtîrafê bi serxwebûn û pêngavên gelê Kurd ber bi diyarkirina çarenivîsa xwe, bike. Eger em sûdê ji vê derfeta dîrokî bigrin dê Rûsya îtîrafê bi serxwebûna Kurdistanê bike.” 

Back to top button