CivakRojev

Mîlîsên Şîeyan avahiya PDKê şewitandin

Alîgirên Heşda Şeibî êrişî baregeha PDKê li Bexdayê kirin û şewitandin.

Derengiya şeva borî alîgirên Heşda Şeibî êrişî baregeha PDKê li Bedxayê kirin û li ber çavê hêzên ewlehiyê şewitandin.

Ew êriş bi behaneya belavbûna twîtekî ji aliyê kesekî bi navê Nayîf Kurdistanî hat kirin.

Nayîf Kurdistanî, ku xwe wek endamê PDKê daye nasîn, di çend twîtan de êrişî mezinê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî kiribû.

Lê PDKê yekser li ser wê yekê daxuyaniyek belav kir û ragehand, ew twît tenê nêrîna wî kesî ye û ti pêwendiya wî kesî jî bi PDKê re nîne.

Wezareta navxwe ya Kurdistanê jî ragehand, bi fermana wezîrê navxwe Nayîf Kurdistanî hatiye girtin.

Back to top button