Navbera Başûr û rojavyê Kudistanê de dîwarek ava dibe

Hikûmeta Iraqê li ser sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê yê li deverên di bin destê Hikûmeta Iraqê de ye, dîwarekî beton ava dike. Zêrevanên sînorî dibêjin, ku armanca wan ew e rê li ber derbasbûna çekdar û qaçaxçiyan bigirin.

Fermandarê Lîwaya 18 ya pasewanên sînor yê Iraqê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ji sala 2021ê ve plana parastin û bihêzkirina sînoran destpê kiriye û piştî serdana Serokweazîrê Iraqê wan li ser sînor dest bi danîna dîwarên beton kiriye.

Berî wê jî li ser xendeqên bi kûrahiya 3 metre û firehiya 3 metreyan hatibûn kolandin û piştre dest bi danîna têlbendan kirine û kamêrayên çavdêriyê li ser sînor danîne.

Herwiha hat ragihandin dîwarê ku li ser sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê yê di bin destê Hikûmeta Iraqê ye de bê avakirin, dê 250 kîlometre dirêj, 3 metre û 75 cm bilind be.

Peyamnêrê Rûdawê Yûsif Rabih diyar kir ku ji sedî 75ê avakirina dîwarê li ser sînor temam bûyê û dê di du mehên pêş de dê dîwar bi temamî bê qedandin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: