PolîtîkRojev

Serok Barzanî şewitandina avahiya PDKê li Bexdayê şermezar kir

Serok Barzanî daxûyaniyek ji bo şewitandina avahiya PDKê li Bexdayê ragihand û bûyera qirêj bi tundî şermezar kir.

Peyama Serok Barzani:

Bi navê Xwedayê bexşinde û dilovan,

Heqaretkirin li pîroziyan û sembolên mezin bi ti rengekî nayê qebûlkirin û ev yek binpêkirina xeta sor e. Em vê yekê, ku şeva borî ji aliyê kesekî ve hatiye kirin, bi tundî şermezar dikin. Reftarên wisa yên kirêt ti pêwendî bi gelê Kurdistanê û Partiya Demokrat ya Kurdistanê ve nîne. Kurdistan xwedanê çanda bilind ya pêkvejiyanê ye û heqaretkirin li sembol û pîroziyên xelkê li nav çanda gelê Kurdistanê de ti carî nebûye û nabe jî. Gelê Kurdistanê pir rêz û hurmeta lêvegeran digire. Ji xwe pêwendiyên dîrokî û dostaniyê û hevsoziyê di navbera Barzaniyê nemir û Ayetullah Hekîm û şehîd Sedir nîşan dide ku ew pêwendî û dostanî, kûr e. Ew kesê ku heqaret kiriye jî, hatiye girtin û dê sizayê tawan û zêdegaviya xwe werbigire.

Em her wiha bi tundî şewitandina baregeha PDKê li Bexdayê şermezar dikin ku ev cara duyemîn e ji aliyê komek kesên xirabkar û binketî ve tê şewitandin. Ev jî belgeya wê yekê ku li wir kes hay ji kesî nîne û aramî û asayiş nîne. Ji xwe ew komên han ji bilî xirabkarî û derxistina aloziyê tiştek din ji destê wan nayê.

Back to top button