Civak

Milisên şîe malên kurda talan dikin

Berpirsê asayîşa Kerkûkê aşkere kir ku, çekdarên Heşda Şeibî li nav bajarê Kerkûkê hilmetek ger û pişkinîn ji malên kurdan kiriye destpêkiriye, berpirsyaretiya wê rewşê xiste stûyê berpirsên YNK ku, wan Heşda Şeibî anîne bajêr.Berpirsê asayîşa Kerkûkê(PDK)  Îdrîs Rifet ji BasNewsê re ragehand ku, ew kesê weke parzgarê Kerkûk hatiye destnîşankirin li gel polîsê Kerkûk ti desthelat nînin, tenê niha desthelat ya Heşda Şeibî ye û bi arezûya xwe diçin nav taxên kurdan û kelbelên giran dibin û male wan talan dikin, da zanîn ku, ew talankirin di çarçoveya hilmeteke tund di bin navê  pişkinînê de encamdidin.Herwiha wî berpirsî da zanîn ku, xelkê Kerkûkê ti hêviyên wan nemane û tevî wê yekê jî bang li wan welatiyên dikin yên ku, Kerkûk bicih hiştine, lê kurdên nava Kerkûkê niha di rewşeke xirab de ne û jiyana wan ne parastiye.Berpirsê asayîşa Kerkûk aşkere kir ku, çekdarên Heşda Şeibî li nava bajarê Kerkûkê bazgeh danîne û her kurdekî dibînin ji wan dipirsin mamî ya kakî? Çendîn mal pişkinîn kirin, tevî ku, ne Partî bûn jî lê sivkatî bi wan kirin.Herwiha diyar kir ku, hinek ji YNK nav Kerkûkê li gel Heşda Şeibî diçin û tên û ti guhdanê nadin wan kiryarên çekdarên Heşda Şebî li himberî Kurdan dikin, lewma berpirsyaretiya wê rewşa xirab di stûyê berpirsên xayîn yên YNK ku, Heşda Şebî anîne Kerkûkê.

Back to top button