Li bendeva Musilê şer derket
Li bendava Musilê şer derket. Hêzên Iraqê û Heşda Şeibî bê hemahengiyê nêzikî çeperên Pêşmergeyan bû. Li gora xeta hatî dayîn nebdava Musilê aliyek di destê pêşmerga de ye aliyek din destê hêzên Iraqî de ne. Lê milîsên Heşda Şebî hatin ser çeperên pêşmerge û şer derket.Di encama vî şerî de 8 milîsîn Heşda Şebî hatin kuştin û pêşmergeyek jî şehid bû.Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Mêhwera Rojavayê Dîcleyê, Şêx Elî Rûmanî ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku hêzên iraqî bêyî hemahengiye pêşwext li çeperên hêzên pêşmerge yên li Mûsila Kevin nêzik bûne, di navbera her du aliyan de şer derketiye.Şêx Elî Rûmanî got: “Di encama şer de 8 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin ku yek ji wan piledar bûye. Herwiha pêşmergeyek jî şehîd bûye û 4 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.”Şêx Elî herwiha da xuyakirin, “gelek zû şerê navbra her du aliyan hat kontrolkirin û niha rewş li deverê aram e û hemahengiyeke baş di navbera hêzên her du aliyan de jî heye.”