Civak

Milîsên Şîe ji Şingalê vekişiyan

Berpirsê Asayişa Şingalê Qasim Simo ragihand ku Heşda Şeibê ji Şingal û navçeyên wê vekişyaye.Qasim Simo ji malpera KDP.info re ragihand: “Heşda Şeibî bi hemû hêza xwe ji navçeyên navbera Iraq û Sûriyê û ji nava Şingalê vekişyaye û tişta ku li Şingalê maye tenê çekdarên Êzdî yên ser bi Heşda Şeibê ve ne, ku ew jî xelkê navçeyê ne û nikarin biçin cihekî din.”Qasim Simo wiha got: “Kişandina wan hêzên Heşda Şeibî girêgayî fermana hêzên artêşa Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ye. Ew hêz çûne cihên ku DAIŞ li wir heye.”

Back to top button