Civak

PKKê 10 ciwan girtin û îşkence kirin

Li devera Qendîlê PKKê hejmareke ciwanan desteserkirin û îşkence li wan kir.Li gundê Kaskanî yê devera Qendîlê PKKê bi hineta bûyereke di navbera niştecihên wî gundî, 10 ciwanên ku temenê wan di navbera 25-35an de ye desteser kirin. Li gor agahiyên hatine bidestxistin ew ciwan ji aliyê PKKê ve hatin îşkencekirin.Kesekî gundê Kaskanî ku ji tirsa PKKê navê xwe yê rastîn vedişêre û navê Mihemed bikar tîne ji Heftenameya Bas a Soranî re axivî.Mihemed diyar kir ku armanca PKKê tenê ew e ku otorîteya xwe nîşan bide û got, “30ê Tîrmehê di navbera ciwanên gundên Kaskanî û Qrînaqe yên devera Qendîlê pirsgirêkekê rû da û şer çêbû. Piştre ew şerê ciwanan hat sekinandin û ew ciwan li hev hatin. Lêbelê dema gundî vedigerin bo Kaskanî gerîlayên PKKê riya wan digirin û li ser vê yekê di navbera ciwan û gerîlayan de niqaş derdikeve. Gerîlayên PKKê jî 10 ciwanan bi lêdan desteser dikin. Pirsgirêka di navbera ciwanan de hatibû çareserkirin û derdê PKKê jî ew e ku otorîteya xwe nîşan bide.”Xizmekî din ê wan ciwanên girtî jî ji Basê re wiha axivî: “Di dema desteserkirinê de 4 ciwan ji wan bi kêran tên birîndarkirin. Çavên ciwanên din jî hatin girtin û bi lêdan û dijûnan ew ji aliyê PKKê ve ji bo zîndanekê hatin veguhastin. PKK piştî 24 saetan bi mercê veşartina van tiştan û herwiha fişara xelkê herêmê neçar ma ku wan ciwanan berde. Şert danî ber wan ciwanan ku li nexweşxaneyên wan bên tedawîkirin û neçin derek din. Welatiyên wî gundî eger PKKê ew ciwan bernedaban wê bersiv bida ji ber vê yekê PKKê ew berdan.”Li gor agahiyên Heftenameya Bas a Soranî ew kêşeya ku ji ber erd û araziyê di navbera wan herdu gundan de hebû berî çend salan hatiye çareserkirin û li gor vê yekê herdu gund jî dê li ser bikaranîna wî erdî şirîk bûna.Lê niqaşeke di navbera du ciwanan de mezin bû û PKK jî serî li rêbazên xwe dide û wan ciwanan digire û îşkence dike. PKK bi salane li devera Qendîlê binkeyên xwe danîne û serweriya xwe bi ser xelkê de disepîne. Bas
Balkêş e ?
Close
Back to top button