Nivîsar

Başûr, neynike Welat e çavê zordare tevde têde ye

Silêman Çakir
Sal 1946,li Mahabat Komare Cumhurrîyete Kûrdîstanî ava bû 11 heyv û 18 roj jîyan kir,lê xêr nexwaz dîse xîyanet kirin,di xeta yekem de Rus,Îranî û Azerîye bi xeta Rex a nav Dewletî re fermane Kurde dest pê kirin..Jibon ku Gelê Kurd mîne Enfal newê serê wî serok komar Qadî Mûhammed xwe sipard Îranîye û Îranîye rûreştî ye Dîrokî pêk anîn û serok komar bi darve kirin.. (cîyê te behişt bê serok komar)
Bavê netew Mistefa Barzanî al girt û serhildan berdewam kir..Wek îro 72 sal derbas bûn, Halepça,Enfal,mîne wek va qatlîame û Şengal jî liser tim ferman pêk hatin,lê tu kesî îrade Gelê Kûrd ne şîyand û nikarin ji îro pêde bi şikenin.
Doz dibin serokâtîye Mesûd Mistefa Barzani de parastin berdewame,Cîhan tevde ku mafê Kûrda rewaye,referandûm wek biryar di xeta nav Dewletî de qabûl bû, dema Gel îrade xwe dayî nîşandin xeta reş a nav Dewletî dest bi kârê xweyî qirêj kir û cahşîtîye 66 dû bare bû, armanc PDK û bi taybetî malbata Barzanîye û Başur ji holê rakin,lê zanebûne serok Mesûd Mistefa Barzani bi ser ket û neyar ne gihiştî meremê xwe.
Lîstik Heft (7)qolî ye, dema xetek bi ser nakevê xeta dîtir dest bi lîstikê xwe dikê. .Li her welatî û her Gelê li Cîhan mafê wîye ku biçê hilbijartinê, dema ku Kurd vî mafê xwe di xwazin pêk bînin,ev xeta reş derdikevê ser kârê xwe,divabê Kûrd îrade xwe ji dest ne berdin ú nedin tu kesî, bi taybetî li Başur.
Gelo li Cîhan de kî mîne Kurde wisa bindest û di her warîde parçe parçe ye? Divabê zanistê Kûrd vê pisgirêkê û vê rewşa tar û mar nûjen tefekûr bibin û bi aqilane biryareke Dîrokî wek stratejîk bidin û ji mafê xweyî rewa re xwedî derkevin,zanibin ku Başur ey na welat û Gelê Kurde û di her warîde serok Mesûd Mistefa Barzani bi parêzin.
Ger ev nebê ev wêran tî wê 500 salî dîtir berdewam bibê. …
Back to top button