
Sipayê Pasdarên Îranê (Pasdaran) şervanên xwe di warê bikaranîna firokeyên bê firokevan de perwerde dikin.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, milîsên Fatmiyûn ên Efxanî yên ku Îran piştevaniya wan dike, hejmarek firokeyên bê firokevan ji çend cihan li derdora bajarê Tedmurê gihandin firokexaneya leşkerî li gundewarên rojhilatê Humsê.
Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir, ku milîsên Fatmiyûn ew firokeyên bê firokevan li çend stargehên bihêz depo kirine û bi çavdêriya efserên Pasdarên Şoreşa Îranê dest bi perwerdekirina şervanên xwe li ser çawaniya bikaranîna wan li firokxaneya leşkerî ya Tedmûrê kirine.