CivakRojev

Li Diyarbekirê di şikeftan de avjeniyê dikin

Li navçeya Licê ya Diyarbekirê şikeftên Bîrkleynê bûne cihê tercîha welatiyên ku ji ber germê ji bo hênik bibin.

Şikeftên Bîrkleynê yên ku di navbera Licê û navçeya Genç a Çewlîgê de cih digirin û di demên kevnare de wek wargeh dihatin bikaranîn, li herêma ku germahiya hewayê ji 40 pileyî derbas dibe, balê dikişîne.

Şikeftên Bîrkleynê bi taybetî piştî ku herêmê ewlehî peyda bû, wek cihê ku pir tê ziyaretkirin balê dikişîne. Ziyaretvan li herêma ku bi bedewiya xwe ya siruştî derdikeve pêş pîknîkê dikin û di ava şikeftan de diherikin hewil didin xwe hênik bikin.

Cîhan Yolagelen ku bi hevalên xwe yên Çewlîgê re çû herêmê, diyar kir ku dema hewa germ e mirov şikeftên Bîrkleynê ji bo pîknîkê û avjeniyê tercîh dikin.

Yolagelen diyar kir ku ji Diyarbekir û Çewlîgê eleqeyeke mezin li herêmê heye û diyar kir ku herêm wek qada bêhnvedanê jî tê bikaranîn.

04_2022_28_Eylul_16_20220903_2_54959285_80443478

04_2022_28_Eylul_16_20220903_2_54959285_80443499

Back to top button