
Ciwanek ji Efrînê ku temenê wî 19 sal bû,ji aliyê çekdarên PYDê ve hatibû girtin û piştî 20 roja ew di bin îşkencê de kuştin û termê wî radestî malbata wî kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê daxûyakirin ku, berî 20 rojan ciwanê 19 salî Diyar Xelîl Omer li taxa Şêx Meqûd a Helebê ji aliyê çekdarên PYDê ve hatibû girtin.
Duhî Îstixbarata PYDê malbata wî agahdar kir ku kurê wan Diyar jiyana xwe ji dest daye û termê wî jî radestî malbatê kirin.
Li gor Rêxistina Mafên Mirovan, piştî ku malbatê termê Diyar bir Bijîşkiya Dadî ya Helebê, xuya bû ku ew di bin lêdan û eşkenceya hovane de hatiye kuştin.
Li gora daxûyaniya Rêxistina Mafên Mirovan, Diyar Xelîl Omer ji gundê Basûtê yê Efrînê ye, ew karmendekî Rêveberiya Xweser bû û termê wî îro li gundê Aqîbê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê hat veşartin.
Taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn ku piraniya niştecihên wê ji Efrînê ne. Ew her du tax di destê YPG/HSD de ne û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin.