PolîtîkRojev

Bi kurdayetî û zimanê xwe serbilind bin!

Suleyman Soylu wezîrê navxwe yê Tirkiye li Diyarbekirê tevlî rewrisma salvegera 4 mîn malbatên ku li ber derê avahiya HDPê ku doza zarokên xwe dikin bû. Soylu axavtinek kir û di axavtina xwe de behsa helwesta HDP kir û HDP û PKK bi tundî rexne kir û pişgiriya xwe ji bo malbata ragihand.

Soylu di axavtina xwe de got: Bi kurdayetî û zimanê xwe serbilind in. Pêwîstiya me bi Amerîkayê nîne. Pêwîstiya me bi wê Ewropaya hay ji çand, bawerî û ola me nîne tune ye. Dema ku Diyarbekir aram dibe navçe ji aram dibe. Da ku me ji hev cuda bikin hemû senaryoyan bikartînin. Divê em hizûr û aramiyê bînin vê erdnîgariya xwe. Diyarbekir bajarê ewliya û eshabeyan e, dixwazin biratiya me bi me bidin jibîrkirin. Divê em fersendê nedin wan. Helwest, hebûn û îradeya dayîkan her tiştî radixe ber çavan. Em dixwazin hişmandiya xwedîlêderketina malbatên li zarokên xwe biparêzin.

Back to top button