Piştî belavbûna dîmenên birîna daran, li herêma Efrîna Rojavayê Kudistanê serbarî raportên ku behsa curên binpêkirinan dikin, aliyên kurdî û sûrî daxuyanî belav kir, tê de daxwaz kir ku şêniyên deverê û siruşta wê werin parastin.
Hevdîtina Demoqratîk li Sûriyê, derbarê rewş, binpêkirin û tawanên li Efrînê rû didin, daxuyaniyeke şermezariyê belav kir, û got binpêkirin ji her curekî ji kuştin, daxwza pereyan yan weke fidiyê tê naskirin, desteserkirin, tirsandin, neçakririna li ser bicîhiştina mal û mulkan û şewitandin û birîna bi hezaran daran berdewam in.
Komîta yasayî di Hevdîtina Demoqratîk tekez kir ku ta niha 20 melyon darên biber û bêber hatin birîn û weke êzing hatine firotin û ew yek bi xwe tawaneke di dermafê jîngeh û siruştê de ye û bandoreke nerênî li ser deverê bi giştî dike, herweha proseya kolandina zeviyan û lêgerîna şûnwaran û dîziya wan û avakirina kolmgehên niştecîkirinê li bajar û navçeyên Efrînê li bin sîwana rêxistina xêrwazî berdewam in, ew jî bi mebesta girkirin û tunekirina nasnameya herêmê têne encamdan.
Hevdîtinê bi tundî ew kiryar şermezar kirin û bang aliyên siyasî yên sûrî ki ku xwe weke berpis bibînin û divê li kêlek xelkê Efrînê rawestin û bi wan re piştevan bin, da ku koçberkirî li Şahbayê ku ew jî di rewşeke xerab di dijîn vegerin, herweha Turkiyê û komên çekdar di ber van binpêkirin û tawan de berpirs in li gorî biryara rêkeftina Cinêfê 1949 divê sivîlan biparêzin û deverê radestî xelkê wê bikin.