PolîtîkRojev

Hêzên Pêşmerge xeteke bergiriyê ya bihêz ava kirine û serkirdayetiyeke yekgirtî heye

Şêwirmendê serbazî yê herêma Kurdistanê ragihand, liv û tevgerên DAIŞê li navçeyên Kurdistanê yên di bin kontrola hikûmeta Iraqê de ne û li cihên ku ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve tên parastin, xeteke bihêz a berevaniyê hatiye avakirin. Hêza Pêşmerge xwediyê çekên girane û ya herî girîng jî, xwedî serokatiyek yekgirtî ya xurt e.

Şêwirmendê serbazî yê Serokê Herêma Kurdistanê Babekir Zêbarî daxûyakirin ku,DAÎŞ nikare wan bişkîne û were Herêma Kurdistanê, lewra pirsgirêk li deveran e ku hêzên Iraqî berevaniyê lê dikin. Sînorên di destê hêzên Pêşmerge de ti pirsgirêk nînin û hêzên Pêşmerge hemû pêwîstî û çekên pêşketî hene ku ji bo berevaniyê pir baş in û şiyana berevaniyê ya baş bikin û serkirdayetiyek yekgirtî heye. 

Babekir Zêbarî

Zêbarî got:Hêzên Pêşmerge bi berdewamî xwe birêxistin dikin û niha her lîwayek ji bo li cihê xwe bimîne û navçeyê biparêze hatiye avakirin û kar bo pêkhatina dabeşekê tê kirin, ji ber wê jî ti pirsgirêkek hêzên Pêşmerge nîne û dê bi başî berevaniyê li Kurdistanê bike.

Back to top button