Berpirsên hukumî yên herêma Kurdistanê û yên Îranî civiyan û di civînê de biryara vekirina deriyekî sinorî di navbera herêma Kurdistanê û Îranê(rojhilatê Kurdistanê) de vekin.
Deriyê sînorî dikeve daristana Kêleşîn a li devera Biradost a ser bi bajarokê Sîdekan li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê, ku vekirina deriyê sînorî bandora rasterast li ser vejandina bazara sînor dike.
Roja 22yê Tebaxa 2022yan, şandeke Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya Parêzgarê Urmiyê Hemed Salih Mutemîdyan bi rêya Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran gihîşte Herêma Kurdistanê, di wê serdanê de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya, herwiha hevdîtin û gotûbêj ligel hejmarek rayedarên îdareya sînorê parêzgeha Hewlêr û îdareya serbixwe ya Soranê encam dan, li ser wê yekê li hev kirin ku deriyê sînorî yê Kêleşîn – Şino, bi fermî were vekirin.