Mezlûm Ebdî: Banga Ocalan ji bo me derbas nabe tenê ji bo PKKyê ye.!
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li ser peyama Ocalan got, “Banga Ocalan ji bo me derbas nabe, ew tenê ji bo PKKyê ye”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, di civîna çapemeniyê ya ku ji aliyê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ve li Kulûba Çapemeniyê ya Neteweyî ya li Washington DC ya paytexta DYA’yê bi rêya Zoom hate lidarxistin, li ser rewşa Sûriye û Rojava û banga Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî da.
Mezlûm Ebdî li ser banga Ocalan got: “Em li benda banga Ocalan bûn û em peyama Ocalan erênî dinirxînin. Ocalan rasterast behsa HSDyê nekiriye. Banga Ocalan ji bo me derbas nabe tenê ji bo PKKyê ye.”
“Banga Ocalan ji bo PKKê û hêzên gerîla bû”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku banga Abdullah Ocalan ji bo PKKê û hêzên gerîla hatiye kirin û name ji wan re jî hatiye şandin.
Mezlûm Ebdî da zanîn ku di nameya ku jê re hatiye şandin de behsa agirbestê û lihevkirinên Sûriyeyê hatiye kirin.
Fermandarê Giştî yê HSDyê got: “Ez dibêjim dê aştiya li Tirkiyeyê bandoreke erênî li herêma me jî bike. Em piştevaniya pêvajoyê dikin.”