Polîtîk

”Em amadebûna xwe ji bo her hevkarî û rolekê di serkeftina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê de radigihînin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û tê de ragihand, ew pêşwaziyê li her hewleke bo çareserkirina aştiyane ya kêşeyên navçeyê dikin û piştevaniya wan dikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û tê de ragihand, “Ez pêşwaziyê li her hewlekê dikim ji bo çareserkirina pirsgirêkên li navçeyê bi awayekî aştiyane.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir, “Herêma Kurdistanê hertim faktoreke girîng a aramî û asayîşa navçeyê bûye û di vî warî de em amadebûna xwe ji bo her hevkarî û rolekê di serkeftina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê de radigihînin.”

Ev daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî wê tê, Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê îro bo cara sêyemîn li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û piştre jî di konferanseke rojnamevanî banga Ocalan ji raya giştî re ragihand.

Ocalan di banga xwe de got; “Banga ku birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku birêz Serokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê digirim ser xwe.

Herwiha Ocalan got jî: “Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dilxwazî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku bi jiyana hevpar bawer dikin û guh didin banga min.”

Back to top button