Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya bangewaziya Ocalan dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî di derbarê banga serokê PKKê Abdullah Ocalan de peyamek ragihand.

Peyam:

Bi germî pêşwaziya peyama birêz Ocalan û bangewaziya wî ya ji bo çekdanan û xwe hilweşandina PKK dikîn. Hêvîdarîn PKK pêdagir û guhdarê peyamê bê û bi cîh bike. Hêvîdarîn em bangewazî bingeheke xweşiyê be ji bo pêkanîna aştî û çareseriya aştiyane. Bêguman serdema xebata aştî û medenî û demokrasiye û li wê rêyê ve encam û destkeftên baştir pêktên, neku bi çek û tundutîjiyê.

Em li Herêma Kurdistanê piştevaniyeke tevahî li proseya aştiyê dikîn û her çi bikevê ser milên me ji bo serxistina proseyê, em amadene rola yarmetîdan û alîkariyê bibînîn. Her wiha bi rêz û rûmetê ve li rola birêz Serok Erdogan û desthilata Akpartiyê dinêrîn ku her li destpêka desthilatê ve bi bîr û bawer û nêrîneke zelal ve bingehsazî û kar ji bo aştiyê kir.

Hêvîdarîn qonaxa bê bi beşdarî û hevdengiya aliyên din jî li Tirkiye, qonaxa serkeftina aştî û çareseriyê be û aramiyê li ser welat û tevahiya navçeyê da bikêşe.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
27.02.2025

Back to top button