Polîtîk

Metirsî heye, PYD Efrînê radestî rêjîmê bike

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ragihand, PYD berpirsayetiya rewşa Efrînê hildigire. Karek jî di bin masê re tê kirin, ku PYD dê Efrînê radestî rêjîmê bike.Serokê ENKSê Îbrahîm Biro di çalakiya bîranîna komkujiya Kobanê û Amûde li Dortmonda Almayayê de ragihand, heger hevpeymaniya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ligel Amerîka û Rûsya stratejîk be, çima îro dê gef li ser Efrînê hebe.Serokê ENKSê amaje bi wê yekê kir jî, karek di bin masê re tê kirin, danûstandinên veşartî di navbera rêjîm û PYDê de hene, ku metirsî heye PYDê  Efrînê radestî rêjîma Sûriyê bike.Ji berî cejna Remezanê ve, artêşa Tirkiyê û grûpên îslamî yên li bajarê Ezazê û li devera Şehba yên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike, gundên Efrînê didin ber top mûşekan.Ji demekê ve jî, medyayên Tirkiyeyê amaje bi wê dikin ku Arteşa Tirkiyê û grûpên opozîsyona Sûriyê dest bi amadekariya operasyoneke berfireh li dijî YPGê li Efrînê dikin.K24 

Back to top button