CîhanPolîtîk

Barzanî: Divê sedemên pêkhatina DAIŞê ji holê rabin

Li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê pêşwaziya Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê û şandekî li gel kir.Di destpêka hevdîtinê de Balyozê Amerîka li Iraqê spasiyên welatê xwe ji bo rola Serok Barzanî û Pêşmergeyên Kurdistanê li têkşikandina terorîstên Da’îş derbirî û bi girîngiyê ve behsa hemahengî û hevkariya her dû aliyan ya li şerê dijî terorê kir û tekez li ser berdewamiya wê hemahengî û hevkariyan kir. Her wiha ji bo wê hemahengiya bêhempa ya li operasyona azakirina Mûsilê da li gel Iraqê hebuye spasî Herêma Kurdistanê kir û bi bilind nirxand û rêz û pêzanînên zêde jî ji bo Herêma Kurdistanê hebû ku li wê rewşa giran de pêşwaziya wê hejmara zêdeya koçber û penaberan kiriye û wekî bihayekî bilindê mirovî wesif kir.Her li vê hevdîtinê de behsa operasyona azadkirina Musilê û encamên wê kirin û behsa wan nîgeraniyan jî kirin ku bi sedema kirdarên berevajiya rêkkeftin û hevdû têgihîştinan hatine encam dan û li paşarojê de dibine sedema dirustbûna kêşeyên mezintir û metirsî li ser pêkvejiyana pêkhatên wê parêzgehê dirust dikin. Li vî derbarî de Serokê Herêma Kurdistanê ji bo rola wan ya li şerê terorê û yarmetîdana gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge spas û pêzanînên xwe ji bo gel û hikûmet û artêşa Amerîka derbirî û ronahî kir ku qonaxa piştî Da’îş gelek hestiyare û pêwîste rê li dûbarebûna wan bingehan bê girtin ku bûye sedema serhildana Da’îş. Serok Barzanî bi bîra şanda mîhvan anî ku berî destpêkirina operasyonê me daxwaz dikir li gel hebûna plana serbazî pêwîste planekî siyasî û îdarî jî ji bo parêzgeha Nînowa li piştî derxistina Da’îşê hebê lê belê mixabin ew rêkkeftin nehate kirin û niha di destpêkê de kêşe derketine. Serok Barzanî carekî din jî tekez kir ku her çende li sayeya hemahengî û hevkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê û piştevaniya hevpeymanên navdewletî ya bi serokayetiya Amerîka, wiha mijule operasyona azadkirina Musilê bi têkşikandin û derxistina Da’îşê li Musilê bi dawî tê, lê belê nemana Da’îş li Musil bi wateya dawî hatina Da’îş û terorê nayê û pêwîste ew sedem nemînin ku bûye sedema serhildan û bihêzbûna terorê û divê pêkhatên wê parêzgehê hest bi bawerî û parastiya jiyana xwe bikin.Her li vê hevdîtinê de bi têr û tije behsa biryara gelê Kurdistanê ya ji bo encamdana referandûmê ya li 25 ê Eylûlê kirin û Serok Barzanî bi hurî wan sedeman ronahî kir ku hana gelê Kurdistanê daye berev referandûmê hengavan bavêjin û tekez li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê li rêya diyalog û bi amrazên aştiyane berev serbixweyî û mîsogerkirina mafên xwe ve diçe û eve jî bi navê rêgirtina li dûbarebûna şer û giriftên nû ye. Li beranber da Balyozê Amerîka hêvî xwest babeta referandûm û peywendiyên Hewlêr û Bexda li rêya diyalog û hevdû têgihîştina her dû aliyan bê.

Back to top button