Polîtîk

Metîner: Gotubêjên destûrê rawestînin..!

Parlementerê berê yê AKP’ê Mehmet Metîner, girêdayî gotubûjên destûra bingehîn de, Bangî Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan kir.

Mehmet Metîner di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da partiya xwe hişyar kir û bang li Erdogan kir ku “niqaşên destûra bingehîn rawestîne”.

Metîner di banga xwe ya di madya civakî de ragihandî de dibêje:

“Tiştê ku ez ê bibêjim û pêşniyar bikim ev e:

Niha daxwaza Destûra Bingehîn a nû ne di nav daxwazên pêşîn ên gelê me de ye.

Wekî din, hewaya siyasî ya heyî pir nazik û xeternak xûya dike ku nîqaşên li ser destûrek nû were meşandin.

Gotûbêjên destûrî yên ku dê berî ku pirsgirêka aborî çareser bibe, berî ku AK Partî di serdema nû de li gorî ruhê damezrîner vegere ser bingeha xwe, di asta pêkhatî de û berî paqijkirina hundirê mala me ya siyasî were kirin, hem AK Partiyê di çavê girseyê de bêrûmet dike û hem jî di nav partiya me de dibe sedema dubendiyên kûr ên ku nayên dermankirin.

“Ji bo ku zerarê nede pêvajoyê, ez hem ji bo siberoja partiya me hem jî ji bo aştiya civakî ya welatê me bi lezgînî girîng dibînim ku heta ew qadên pirsgirêk ên ku min behs kirin neyên rakirin, mijara destûra bingehîn a nû ji rojevê derêxin”

Back to top button