Polîtîk

Divê di destûrê de xalên ku nayên guhertin nebin.

Cîgirê serokê HUDA PARê û parlementer Faruk Dinç jî di derbarê destûrek nû de daxûyaniyek da.

Faruk Dînç got: “Divê destûrek nû li ser pirsgirêkên hevpar ên civakê, hevdem û adil bê çêkirin. Em dibêjin bila di destûrê de xalên ku nayên guhertin nebin. Di prensîbê de divê fikrên mirovan neyên îpotek kirin.”

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û parlementerê Mêrsînê Faruk Dînç piştî serdana xwe ya 3 rojî li Meletiyê bi Serokê Parêzgehê Behcet Sevgî û berpirsên partiya xwe yên deverê re civiya û daxşyaniyek ragihand.

Dînç li ser pirseke der barê nîqaşên destûrê de wiha got: “Em di rastiya xwe de di derbarê destûreka nû de xwe gelekî zelal tînin ziman. Lê hinek bi qestî hewl dide gotinên me berevajî bikin. Em dibêjin bila destûrek ji serî heta binî nû bê amadekirin. Werin em ji dev dek û dolaban berdin û destûrek nû çêkin. Destûra Bingehîn tê wateya peymana civakî. Bila her beşê civakê nivîsa xwe bîne vir û ji wan re peymaneke hevpar çêbike. Hinek dibêjin Xetên me yên sor hene? Bila xetên xwe yên sor di berîka xwe de bihêlin. Ger her kes xetên xwe yên sor li ser hev ferz bike, dê tiştek nebe. Lê bila li ser esasê pirsgirêkên hevpar ên civakê destûrek nû, medenî û adil ava bikin. Em dibêjin bila di destûrê de xalên ku nayên guhertin nebin. Di prensîbê de divê fikrên mirovan neyên îpotek kirin. Bi rastî em tiştekî pir însanî dibêjin. Lê hin kes bi zanebûn û bi israr hewl didin ku wê bikşînin aliyekî din. Nêrîna me zelal e.”

Back to top button