Cîhan

Îsraîl bersiva Hizbullahê da û êrîşê Lubnanê kir

Hizbullahê bi balefirên bê mirov û roketan bi tundî êrîşê bakurê Îsrailê kir. Piştî van êrîşan demekî Îsrail êrîşê başûrê Lubnanê kir.

Hizbullahê di saetên serê sibê yên roja Yekşemê de çar caran ji zêdetirî 115 rokêt û dron avêtin Geliyê Jezreel, Îsraîl ev êrîş piştrast kir û hişyarî da deverên Haifa û derdora wê, baregeha hewayî Ramat David, Nazareth, Afula bû armanca êrîşên hizbullahê.

Piraniya roketan Hizbullahê avêtîn li qadên vekirî hatin teqandin û êxistin xwarê. Îsraîl ragihand ku, wan jî li himber vê êrîşê baregehên Hizbullahê kirin armanc.

Radyoya Artêşê û KAN ragihandin ku Hizbullah di şer de cara yekem bi taybetî baregeha Ramat David a li nêzî Hayfayê kir armanc. Hizbullah li ser Telegramê ev yek piştrast kir û got ku wan baregeh û firokexaneya Ramat David kire armanc. Hizbullahê ev wek bersivdana êrîşên Hêza Esmanî ya Îsraîlê (IAF) li Beyrûtê, ku tû de çend ji fermandarên wê yên payebilind hatin kuştin bi navkir û got: “Wek bersiveke destpêkê li hember komkujiya hovane ya ku dijminê Îsraîlê li deverên curbicur ên Lubnanê di rojên Sêşem û Çarşemê de pêk anî, Berxwedana Îslamî kompleksên pîşesaziya leşkerî ya Rafael, pargîdaniya pispor di alavên û pergalên elektronîkî de, ku li devera Zevulunê ye, bombebaran kir. Li bakurê Heyfayê bi dehan mûşekên Fadî 1, Fadî 2 û Katyûşa avêtin.”

Dezgehên Îsraîlî ragihandin ku li Moshav Sde Ya’akov qeza û şewata ku ji ber qezayek li Kfar Baruchê derketiye, piştrast kirin. Meclisa Herêmê ya Emek Cezîrê daxuyand ku li herêmê xisareke madî çêbûye.

Li gorî nûçeya KAN’ê, li bajarê Nisretê roketek ket, li cihekî din ê bajêr şewatek mezin derket. MDA’yê ragihand ku li Celîlê Jêrîn zilamekî 60 salî ji ber teqîna mayînan bi sivikî birîndar bûye.
KAN û Radyoya Artêşa Îsrail ragihandin ku embarek li Beyt She’arim, li Celîlê ya jêrîn, hat lêdan û di encama bombebaran a sêyemîn de gelek çêlek mirin.

Polîsê Îsraîlê bang li gel kir ku xwe ji şarapnel û parçeyên rokêtan dûr bixin, ji ber ku dibe ku madeyên teqemenî di nav wan de bin.

Piştî vê yekê li derdora saet 02.00’an, Hizbullahê ragihand ku balafirên Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê ne.

Back to top button