Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi rêxistinên PDKê re civiya
Nêçîrvan Barzanî Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pêşwaziya Buroya Rêxistina Parêzgeha Hewlêrê û berpirs û hevalên bûro û berpirsên şaxê parêzgeha Hewlêrê kir.
Di civînê de ku hejmarek ji endamên Mekteba Siyasî û Komîteya Navendî ya Partiya Demikrata Kurdistanê de amade bûn, mijarên rêxistinî û xwerêxistinkirina hilbijartinên pêşwext hatin gotûbêjkirin û rênmayên pêwîst hatin pêşkêşkirin.
Piştre di civîneke berfireh de ku bi amadebûna kadro û rêxistinên baskên duyem û bîst û sê yên PDKê, tekez li ser giringiya hilbijartinên bê ji bo bihêzkirina pêgeh û nûkirina rewatiya saziyên Herêma Kurdistanê kirin.
Di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa wan astengî û kêşeyên ku di nava du salên derbasbûyî de derketine pêş helbijartinan kir û balkişand li ser hewl û pêngavên çareser kirina wan heta bi dawî kirina roja helbijartinê.