Di vê hefteyê de roja destpêkirina propagandeya hilbijartina tê eşkerekirin
Serokê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê li Herêma Kurdistanê dibêje, di vê hefteyê de roja kampanyaya hilbijartinan tê diyarkirin.
Serokê Komîsyona Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê Nabard Omer îro Şemiyê ji Rûdawê re got, “Encûmena komisyonan dê roja duşemê yan sêşemê roja kampanyayê diyar bike.”
Vedîtina navên namzedên di Wezareta Karên Navxweyî û Komîsyona Gendeliyê de temam bû û divê ji aliyê komîsyonê ve bên erêkirin. Li gorî agahiyên Rûdawê, heta niha ew nav nehatine pejirandin.
Serokê Komîsyona Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê li Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku xebatên komîsyonê yên ji bo lidarxistina hilbijartinan bi aramî derbas dibin.
Du milyon û 899 hezar û 578 kes mafê dengdanê di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de hene, ji wan du milyon û 683 hezar û 618 dengderên giştî û 215 hezar û 960 dengderên taybet.
Ji bo rûniştina şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê dê 1431 navendên dengdanê hebin; 1266 ji wan navendên dengdanê yên giştî û 165 jî navendên dengdanê yên taybet in.
Li gorî nexşerêya ku ji aliyê Komîsyona pesendkirina dabeşkirina navendên dengdanê ve hatiye pesendkirin, ev navend li ser navçe û parêzgehên Herêma Kurdistanê bi vî awayî tên dabeşkirin: