Metbexa kurdî de xwarinên çile
Gabar ÇIYAN
Çile û serma li devê derî ne, nêz e. Şewb, zekem, serêş, kuxik, ta girtin û herikandina bêvilê dê yekî berdin û xwe bighêjînin kesên din. Zarok û kesên nav emir divê bi tedbîr û li xwe miqate bin.
Di mehên çile de, xwarina nasdar û bi fêde şorbe ye. Dîroka şorbê bi qasî metbexa kurdî kevnare ye. Versiyona pêşî ya şorbê bi ihtîmalek mezin bi kelandina goşt û zêdemayîna “avgoşt”ê peyde bûye. Pêşxistin û peydekirina cureyên nû, bi perçe, hurik û zêdeyên ji ber xwarinê mane pêk hatine. Xwarina ji şîv an firavînê dimîne, bi formekî din, dibe şorbe û tê ser sifrê. Weke prensîp, xwarinên zêde bibin bingeh û bên bikaranîn jî, ev prensîp ji bo hin curê şorbeyan derbas nabe.
Di metbexa kurdî de şorbeyên nasdar ev in:
Avgoşt: Şorbemasî, şorbemirîşk, şorbegoşt, serûpê/ kelepaçe.
Şorbeyên taybet: Şorbenîsk, şorbenok (tirşik), şorbeşîr, şorbemast, şorbeşehîre Şorbeyên heşînahiyê: Şorbekelem (lehane), şorbepirase, şorbespenaq, şorbekûmik, şorbetomat (bacan), şorbepolke (bezelya hişk), şorbekartol, şorbegulkelem (qernebihar)
Li gorî lêkolînekê, xwarinên aliyên me û hêla Deryareş yên herî bi sihet in li cîhanê. Ji ber ku bingehên xwe, ji goşt û heşînahiya teze ne. Rûnê xwe ji malê ye an yê zeytûna ye. Goşt û heşînahiya teze, xwezayî ne, ji sihetê re baş in. Bi saya wan, xweparastina laş ya xwezayî li hemberî nexweşî û êşan encamên baştir distîne. Di vê çarçoveyê de şorbe, bi perçegoşt û cureyên heşînahiyê kaniyên sihetê ne.
Dema mirov şorbeyên kurdî ji nêz ve analîz dike, ji aliyê sûdên dighêjînin laşê mirov, tam û naveroka xwe têra xwe balkêş in. Taybetiyên şorbeyên kurdî, bi naverok û amadekirina xwe dikarin wisa bêne şirovekirin:
– Tevlîkirina tama tirşiyê esas e. Gelek caran tirşoyê şîn an yê kesidandî pê re tê ser sifrê. Tamdayîna tirşiyê bi lemon, avhinar an ava bacana tê kirin. Gelek caran pîvazên bi simaq şûna tirşoyê digre.
– Nanê teze pê re tê xwarin. Nanê kevin tê çandin.
– Bingeha şorbê bi giranî yek celeb tişt be jî, goşt an heşinahî lê tê zêdekirin. Goşt gelek caran amade ye. Parçeyên sorkirî, an kelandî ne. Goşt qasî liba nokê tê hurkirin, hinekî sorkirin, paşê heşinahî lê zêde dibe ku nirx û tamên xwe biparêzin. Bi lêzêdekirina avê û kelê bi dawî dibe. Şorbeya nîsk, nok û polke zû çênabin û kela zêde dixwazin. Lê şorbeyên bingeha xwe heşînahî ne, zûtir çêdibin û zêde nayên kelandin.
– Şorbê, xwarinek têr av e. Bingeh û giraniya şorbê çi tam dibe bila bibe, divê av lê zêde bibe. Şorbeyên xwezayî ku bi giranî tamek û rengek in, tenê av lê tê zêdekirin. Li gelek hêlên Kurdistanê tevlîkirina avgoştê populer e. Avgoşt, tama wê xweştir dike. Her wisa ava bacana jî zêde tê karanîn. Ji bo hinek cure şorbeyan, şûna avê, mast an şîr dibin bingeh.
– Di metbexa kurdî de, tamdayîna sîr û pîvazê nasdar e. Xwarin û şorbeyên bê sîr û pîvaz kêm in.
Şorbeyên kurda, ne tenê çile, bi dewlemdiya şikil, tam û wîtamînên ji laşê mirovî re pêwîst, hemu demsalan tê xwarin. Ji bo siheta xwe, bi nanê kêm, ne tasekî, bê tirs du tasan bixwin. Noşîcan be.