Ew ala têkoşînê ku ji destê Zerîfe û Leyla Qasim nediket
Di vê roja têkoşînê de li dinê û taybetî li Kurdistanê jin, jiyana xwe di bin her cure tade û şîdetê de didomînin. Li malê ji mêrê xwe, li kar ji karsazê xwe û di jiyana rojane de ji dewletê, tade û zulma cinsî, neteweyî û antidemokratîk re rûbirû dibin.
Ev hukumeta ku îro dewletê îdare dike navê “Wezareta ku ji pirsên jina re elaqedar” bi “Wezareta polîtîkayên civakî û malbatî” guhertiye. Navê jina ku hewcedarê parastinê ye, bûye malbat. Di van deh salên dawîn de şîdeta li hember jinan tê bi kar anîn ji sedî 1400 zêde bûye. Ev dewleta kolonyalîst ku xwe wek xwediyê welat û jinan dibîne, helwesta xwe ya oldarî li awir û kirinên xwe yên patrîkal zêde kiriye û bi tundî li hember jinan rawestiya ye. Mîsala herî vekirî û aşkere serokkomarê Tirkiyeyê R. Tayyîb Erdogan bi gotinên xwe yên “wekheviya jin û mêran ne mumkun e” daye xuyakirin.
Şîddeta li dijî jinan li herderê û ji bin kontrolê derketiye. Cînayetên jinan yên ku ji rêzê tê dîtin, gelek caran nabe mijara axaftinê. Weke ku li hin ciyan edet e, berê ji van cînayetan re digotin yê tradîsyonî, nuha weke jê re sedemek bê dîtin navê wê guhertine dibêjin “mesela namûsê”. Na ! Navê vê cînayeta jinê ye.
Îro jin li Kurdistanê ji her demê bêtir di têkoşîna li hember mêtingehkariyê, tade û şîddetê di sefên herî pêş de cî digirin.
Ew ala têkoşînê ku ji destê Zerîfe û Leyla Qasim nediket, îro li Şengalê, li Kobanê li hember paşverûyan, faşîst û mêtingehkaran ji bo azadî û serxwebûnê hildibe!
Her cûre şîddeta ku li hember jinan tê bi kar anîn ji aciziyetê tê!
Îro jin ji bûyîna xwe heta mirinê bi destê dewletê, civakê û malbatê dîskrîmîne dibe. Em ji bo vê yekê di serî de parastvanên mafên mirovan, bang li herkesî dikin ku li hember vê yekê helwestê bigirin.
Em dibêjin li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn, li hember her cure tade û şîddeta li hember jinan em bi hev re tevbigerin!
25.11.2014
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)
Komîsyona Jinan