Binpêkirina mafê jinan binpêkirina mafê mirovî ye
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, duhî roja sêşemiyê 25.11.2014ê li bajarê Hewlêrê, beşdarî di merasima ragehandina kampaniyaya du hefteyî a berhingarbûna şideta li dijî jinan ku, ji aliyê Civata Balaya karûbarên xaniman ve hatibû amade kirin, kir.
Di merasimê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê, hijmareke wezîrên hikûmetê, seroka Civata Balaya Karûbarên Xaniman ş gelek nûnerên rêxistinên civakî û nînerên rêxistinên navdewletî beşdar bûn, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û di destpêka peyva xwe de silav û hurmetên xwe pêşkeşî pêşmergeyê Kurdisstanê he rji Kobanî heta Celewla û Sadiye kir ku, şerê bergiriyê ji mafê xelkê Kurdistanê dikin:
– Ez silav, hurmet û xweşewîstiya xwe pêşkeşî wan qaremanan dikim yên ku îro li bereyên cengê de ne û ji bo bergirîkirina Kurdistanê têdikoş in. Ew pêşmergeyên mêrxas, her ji Kobanî heta Celewla û Sadiye, îro di nav şerê bergiriyê de ne û ji bona bergirîkirin ji xelkê Kurdistanê berxwedanê dikin. Em silavan ji bo wan mêrxasan dinêrîn û bejna xwe bo wan pêşmergeyên di rêya bergirîkirina welatê me de şehîd bûne ditewîn in. Em bîra wan şehîdan dikin, daxwaza çakbûnê ji bo birîndarên vî şerî dixwaz in. Em hêvîdar in bi alîkariya hemû aliyan welatê xwe ji vê rewşa tê de ye derbas bikin.
Barzanî got ku, îsal ew di rewşeke cuda da vê kampaniyayê radigehîn in ku, ji sedema êrîş û tawanên terorîstan jin, bi tayabetî li wan deverên ketine ber êrîşên terorîstan, di rewşeke dijwar û di haletekî nefsî û însanî giran de ne û ew bûne qurbanên şideteke bêtixûb. Piştî êrîşên hoveneyên DAÎŞ ew rewşa nearama li deverê dirust bû, gelek xelk koçber bûn. Gelek kesan kesûkarên xwe winda kirin. Hijmarek ji keç û jinan hatin revabdin. Herêma Kurdistanê koçberên êzidî, mesîhî, misilman, şebek, kakeyî, turkmen, kurd û ereb hewandin:
– Nuha hijmareke zêde ya koçber û penaberan, nêzîkî yek milyon û pênc sede hezar kes dibin, li herêma Kurdistanê hene. Xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê bi îmkanên xwe û bi alîkariya navdewletî, heta dereceyekê, karî kampên akincîbûnê bo wan xwîş û bira ava bike. Di nav gelek kampan de zarokan dest bi dibistanan kiriye û em lêdixebitin rewşa wan normal bikin, lê êş û azarên wan bi dawî nehatine, divê em li ser rûbirûbûna şidetê li bereyên şer, li nav mal û cîyên giştî de berdewam bin û sar nebin.
Her ji destpêka vê rewşa ne normal, hikûmetê ji bo aramkirina rewşê, ji bo dabînkirina aramî, azadî û parastima mafan, wek mafên ferd û weke mafên netewe, bi cidî kar kir. Jin hertim qurbaniya yekemîn ya cengan bûye. Hêza tarî û terorîstên DAÎŞ, jinan weke stratejiya ceng bikar tînin û mezintirîn tawanên cengê li hember jinan kirine.
– Em ji hunavên xwe hest bi êş û azarên wan jinan dikin yên ku, di êrîşên hovaneyên DAÎŞê de hatine revandin û kirine kole û bi awayekî nemirovane miamile pê re dikin ku, ew tawan dikevin nav bazineyê tawanên ceng û jênosîdayê de. Dosyeya wan xwîşkên me yên êzidî her ji destpêkê cîyê giringîpêdana me bûn, me gelek tedbîr wergirtin. Armanca me ji van karan rizgarkirin û hevkarîkirina wan jinên ezîz bû daku bo nav jiyana xwe ya normal û bo nav mal û civakê vegerin.
Hindek ji wan jinan hatine rizgar kirin û ev yek jî cîyê dilxweşîyê ye, lê armanca ji vê yekê gelek mezintir e û pêdawîstiyên wan jî, bi taybetî di warê nefsî de, gelek pêtirin ji hindê ku heta nuha kar ji bo hatiye kirin. ji ber hindê divê ev xebat berdawam bin, ji bo bijênosîdanaskirina dosyeya xwîşk û birayên êzidî gelek kar hatiye kirin. Ev yek jî ji bona dabînkirina edaletê, tezmînat û parastina wan. Ji ber ku ya li hember wan hatiye kirin li gor pênaseya navdewletî a jênosîdayê, ji bo jinavbirina bikom ya xwîşk û birayên êzidî êrîşek sîstematîk û hedevzan bû.
– Şok û êşeke din ya dijwar a vê tawanê û êrîşa terorîstan, ew birîna kûr û parçebûna civakê bû ku, bi sedan salan di kultura wekhevî, pêkvejiyan, aşitiya civakî ya pêkhateyên olî û neteweyî dirust bibû. Herifîna pirên bawerîyê di navbera du cîranan de ku, xwedî du bawerî û du olên cuda bûn û bi sedan salan bi hev re dijîn, lê gelek mixabin, her ji yekem têkçûna rewşê, ji nişka ve dawî bi wê pêkvejiyana dêrîn hat û ya ku bi serê xelkê wê deverê de hatî ji hemû karekî mirovî dûr bû.
Li gor şopandina vê pirsê û li gor statistîkan kuştin û xweşewitandinê li her sê wîlayetên herêma Kurdistanê kêm kiriye. Jin hişiar bûye û mafê xwe dizane û serdana bingeh û ofîsên polîs û rêvebiriyên din dikin û şikayetê li dijî tawanbaran tomar dikin.
– Pêştir min îşaret bi guhertina qanûnên li herêma Kurdistanê kir, ez ji we re naveşêr im ku, di cîbicîkirina qanûnan de, em rû bi rûyê tehedaya bûn, lê me ji bo nehêlana wan tehedayan kar kir, ev yek jî bi rêya hişiyariya giştî li ser astê dadwerî, polîs, xwendingeh û zanîngehan bû. Lê hêşta teheda li pêşiya me hene, heta em bigehin serkeftinê vê pirosesê pêwîstî bi hevkariya hemû aliyan heye.
Li dawiyê serokwezîr hêviya serkeftinê bo hemû aliyan xwest û got ku, xebata wan rojane ye û divê hertim di amadebaşiyê de bin ji bo nehêlana binpêkirinan û berhingarbûna şidet û bindestiya mirovî. Li gor serokwezîr binpêkirina mafê jinan, binpêkirina mafê mirovî ye û divê li welêt xebat ji bona nehêlana binpêkirina mafê jinan bê kirin.