Civak

Derdora Musilê pêşmerge bersiva DAÎŞê didin

Çekdarên DAIŞê ji bajarokê Wankê ya ser bi navçeya Til Kêfê, êriş kirin ser gundê Sehlîcê yê nêzîkî Bendava Mûsilê kirin.


Çavkaniyekî ji Hêzên Pêşmerge ji nava çeperên şer ji Rûdawê re ragihand: “Çekdarên DAIŞê şevê din ji 2 aliyan êriş kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi çekên giran û hêzeke mezin bi tundî bersiva wê êrişa DAIŞê dan û êrişa wan têk birin, ku hejmarek mezin ji termên xwe jî li şûna xwe hiştin.”


Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li gundê Sehlîcê ji Rûdawê re ragihand: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî piştî nîv seatê ji destpêka wê êrişê, gihan asmanê wê navçeyê.”


Tê zanîn ku bajarokê Wankê di destê çekdarên DAIŞê de ye, Herwiha gundê Sehlec di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye û ew herdu cih 5-7 km dûrî Bendava Mûsilê ne.


Herwiha şevê din seat 23:30 Hêzên Pêşmerge li gundê Hesen şam êrişeke DAIŞê têk birin.


Gundê Hesen Şam ku gundekî kurdên şebek e û dikeve navçeya Xazir û li wir çekdarên DAIŞê tenê çend km dûrî Hêzên Pêşmerge ne û li gorî çavkaniyeke pêşmergeyan li wê navçeyê ku ji Rûdawê re got, Hêzên Pêşmerge bi tundî li çekdarên DAIŞê dane.

Back to top button