Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan garantiyê dixwaz e
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, duhî roja sêşemiyê 25.11.2014ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Girêgorî Gîsî serokê fraksiyona Partiya Çep li parlamentoya Almaniyaya federal û şandeya pê re kir.
Di dîdarekê de, Gîsî destxweşî li xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, karîne di devereke neîstîqrar û nearam de destkeft û pêşkeftinên mezin bidest bînin û hemû şanaziyê pê bikin. Wî rola xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê di warê hewandin û alîkarîkirina koçber û penaberan de bilind nirxand û Ewropa û timama cîhanê herêma Kurdistanê weke parêzera timama pêkhateyên olî û neteweyî nas dike .
Têkleiyên navbera herêma Kurdistanê û Almaniyayê mijarek din a dîdarê bû û di vê çarçoveyê de serokê fraksiyona Partiya Çep li parlamentoya Almaniyayê tekîd kir ku, Almaniya dixwaze têkeliyên xwe bi herêma Kurdistanê re pêş bixe û amadehiya Almaniyayê a ji bo hemû awayên hevkariyê û bi taybetî hevkariyên mirovî bo koçber û penaberan nîşan de û got ku, di demsala zivistanê de koçber û penaberan pêwîstî bi alîkariyên zêdetirt heye û daxwaz kir ku, lîsteyeke pêdawîstiyan bê amadekirin û ew dê pêşkeşî hikûmeta welatê xwe bike.
Di dîdarê mde behsa pirosesa siyasî li Îraqê û beşdariya herêma Kurdistanê di hikûmeta nû ya Îraqê de hat kirin û rola Hewlêrê di pêşxistina pirosesa siyasiya Îraqê de bilnd har nirxandin.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê tekîd li ser wê yekê kir ku, herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêkan digel hikûmeta Bexdayê bi rêya diyalogê çareser bike û di hema demê de mafê xelkê Kurdistanê ye daxwaza garantiyê bike daku ew karesatên berê careke din bi serê kurdan neyên.
Nêçîrvan Barzanî got ku, herêma Kurdistanê jî dixwaze têkeliyên xwe bi Almaniyayê re pêş bixe û sipasiya Almaniyayê kir ku, hertim di rewşên dijwar de hevkariya herêma Kurdistanê kiriye û gelek caran di demên pêwîst de bi rêya NGO yên xwe alîkarî gihandiye herêma Kurdistanê. Barzanî tekîd kir ku pêwîstiya koçber û penaberan bi zêdetir hevkarî û alîkariyan heye.
Serokwezîr got ku, do warê leşkerî jî de çavê herêma Kurdistanê li alîkariyên serbaziyên zêdetir e daku bikaribe terorîstên bo ser aşitî û demokrasiya deverê û cîhanê bûne metirsî, bişkîne .