Mesrûr Barzanî: Israîlî li Herêma Kurdistanê nînin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çavpêkeftineke taybet a kanala Hedesê de, ku îşev seet 07:00 bi dema Hewlêrê tê pêşkêşkirin, tekez dike ku hemî ew tometên bi hebûna Israîlê li Herêma Kurdistanê li ser Herêma Kurdistanê tên çêkirin ji rastiyê dûr in û çêkirina behaneyan e ji bo ku êrîşê bikin ser Herêma Kurdistanê.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 14.02.2025) li ser wan tometên bi hebûna Israîlê li Herêma Kurdistanê li ser Herêma Kurdistanê tên çêkirin ji Kanala Hedesê re ragehand, “Çi bingehên rastîn di wan behaneyan de nînin û em dikarin gelek bi ronî bibêjin, ew yek rast nîne û Israîl li Herêma Kurdistanê nîne.”
Mesrûr Barzanî herwesa got, “Cihê mixabiniyê ye ku ew tometên bi dû Herêma Kurdistanê ve tên çêkirin ji aliyê wan kesan ve ne yên ku çi behane ji bo êrîşkirina li ser Herêma Kurdistanê nînin, wan tometan ji bo hindê çê dikin ku behaneyan ji bo karên xwe yên xirab û êrîşên xwe yên bêbingeh çê bikin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Ez wê yekê tekez dikim ku Israîlî li Herêma Kurdistanê nînin, herwesa wan çi cihek jî li Herêma Kurdistanê nîne.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derheqa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de jî got, “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nûnerîtiya hemî Kurdan nake, belkî nûnerîtiya pareke Kurdan dike.” Herwesa got, “Ez nizanim çi di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê de çê dibe, lewma min çi daxuyanî di wî warî de nînin, lê ez wesa difikirim ku li ser Şamê pêdivî ye bi tevaya partiyên Kurdî re danûstandinan bike, ne tenê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re.”
Mesrûr Barzanî di derheqa hebûna hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û Îraqê de jî got, “Me xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo pêşwaziya hêzên Hevpeymanan ku li deverê hene diyar kiriye, bi hestkirina bi wê metirsiy; û qebxwaziyên ewlehiyê yên ku rûbirûyî hemiyan dibin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Li dû zanyaran, Îraq li ser wê heyama ku ji bo mana hêzên Hevpeymanan li Îraqê diyar kiriye dixwaze li helwestên xwe vegere.”