Cîhan

Serokê Estonyayê bi fermî Nêçîrvan Barzanî vexwend welatê xwe

Serokê Herêma Kurdistanê li Munîhê bi Serokê Estonyayê Alar Karis re civiya.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îro dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê jî yek ji beşdaran e.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya konferansê de bi Serokê Estonyayê Alar Karis re rûnişt.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku civîn li ser pêwendiyên dualî yên di navbera Estonya, Îraq û Herêma Kurdistanê de û xurtkirina hevkariyên di warên ewlehî, teknolojî û perwerdeyê de bû.

Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgiriya Estonyayê ya di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de kir û pesnê derfetên hevkariyê yên di warê teknolojî û xwendina bilind a di navbera her du aliyan de da.

Li aliyê xwe, Serokê Estonyayê Alar Karis daxwaza xwe ya ji bo bipêşvebirina pêwendiyan a bi Herêma Kurdistanê re dubare kir û Nêçîrvan Barzanî vexwend welatê xwe.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Estoniyayê amaje bi girîngiya hevbeş a di rûbirûbûna astengiyên ewlehiya herêmî de kir.

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û hewlên pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşhatên li Îraq û Sûriyeyê, li gel çend mijarên din ên girêdayî berjewendiyên hevbeş, mijarên din a civînê bûn.

Back to top button