Nivîsar

Dîroka Kurdan, dîroka darizandinê ye jî û dozger nûha xizmet a PKKê dikin

Li Bakûrê Kurdistanê, ji hebûna neteweya Kurd û Kurdistanê, ji ziman û çanda kurdî û ji Ala Kurdistanê û ji edetên Kurdî  û ji çarenivîsiya Kurd-Kurdistanê qal kirin jî wek tewan hat pejirandin.

Îbrahîm GUÇLU

Bi giştî dîrok û jiyana Neteweya Kurd li parçayên Kurdistanê bi taybetî jî piştî Peymana Lozanê gelek dramatik bû. Neteweya Kurd û Kurdistan parçe bû û bû çar parçan. Kurdistan ji aliyê 4 dewletên kolonyalist ve hatin îşgal û îlxak kirin. Neteweya Kurd, ji hemû mafên xwe bê par ma.

Wek dîrok jî şahîdî dike ku neteweya Kurd û Kurdperweran li hemberî ev rewşa Kurd û Kurdistanê ya dramatik bê deng neman, ji bona ku netewe û welatê xwe ji vê rewşê rizgar bikin, mafên xwe yên neteweyî qezenç bikin; Kurdistan jî bibe welatekî serbixwe û neteweya Kurd azad bibe. bi gelek awayan/babetan xebat û têkoşîn meşandin.

                                               ******

Neteweya Kurd û Kurdperweran her deme xwestine ku ev xebata xwe bi terza/awayekî siyasî û aşitî bimeşînin, lê Dewletên Kolonyalîst her deme pêşiya ev xebata wan girtine.

Wê deme jî serhildanên neteweyî yên bi çek û pêşmergetî hatin rojevê.

Di Sibata 1925-an de jî encama provokasyonên Dewleta Kolonyalîst li Bakurê Kurdistanê di bin serokatiya Rêxistina Îstîklalê û Serok Şêx Seîd Efendî de li Pîrana Diyarbekîrê serhildana neteweyî dest pê kir.

Hezar mixabin jiyana ev serhildana neteweyî ya Kurdistanê domdar nebû.

Encama ev serhildana neteweyî û pişt re jî serhildanên li Kurdistanê qewimîn/hatin rojevê jî  li Kurdistanê qirkirin û qetlîam hatin rojevê. Neteweya me gelek êşiya û bêkurdkirina li Kurdistanê dest pê kir.

Serok û şervanên Tevgera Neteweyî ya 1925-an  encama darizandineke ne hiqûqî û ne dad, bi darvekirinê hatin ciza kirin û şehîd kirin.

Ez Serok û têkoşerên Tevgera Neteweyî ya 1925-an û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî û bi rêz bibîr tînim.

Dewleta Kolonyalîst ya Tirk şermezar dikim. Ji bona qetlîmanên Dewleta Tirk divê ku darizandin çê bibin.

                           ******

Dema ku neteweya Kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî bêpar ma, Kurdistan dagir û îlxak bû, li hemû beşên Kurdistanê bi rêya siyasî û aşitî jî ji bona ku mafên neteweyî bên qezenç kirin, xebatekê dest pê kir.

Li Bakûrê Kurdistanê, ji hebûna neteweya Kurd û Kurdistanê, ji ziman û çanda kurdî û ji Ala Kurdistanê û ji edetên Kurdî  û ji çarenivîsiya Kurd-Kurdistanê qal kirin jî wek tewan hat pejirandin. Ji bona ev helwesta  her kurdekî û kurdperwerekî û rêxistineke Kurdd-Kurdistanê jî bû sedema hepisê, êşkenceyê, darizandin, ciza ye.

Loma mirov dikare bibêje ku dîroka neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê di hemandem de dîroka darizandina kurdan, kurdperweran, rêxistrinên Kurdistanê ne.

Li Bakurê Kurdistanê di 70 salên dawî  de bi hezaran dozên kurdperwer û xwendevan û rewşenbîrên Kurd pêk hatin. Di hemandem de gelek dozên komî û rêxistinî jî pêk hatin.

Ev dozan bi taybetî jî di qonaxên dema neasayî/awarte û derbayan de zêdetir bûn.

Di sala 1959-an de Doza 49-an, di sala 1963-an de Doza kurdên çar parçayan, di sala 1965-an de Doza Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (TKDP), di sala 1971-an de Doza DDKOyê ( Ez jî div ê dozê de hatim darizandin) û Doza PDKTê hatin li dar xistrin..

Piştî Derbaya Leşkerî ya 12ê îlona 1980yî: Doza Rizgarî-Ala Rizgariyê (Ez div ê dozê jî hatim darizandin), Doza Tevgera Ozgurluk Yolu/PSKT, Doza DDKD/KÎP, Doza TKDP û KUKê, Doza Kawa û Dengê Kawa, Doza PKK, Doza Têkoşînê,  pêk hatin.

Ev pêvajoya qet qût nebû û domdar bû. Pişti 1980yî jî ev pêvajoya darizandina kesan û Kurdperweran û rewşenbîrên Kurd û rêxistinên Kurdistanê dom dike.

Piştı ku ez vegeriyam Kurdistanê jî dehan caran ez jî hatim darizandin û hatim ciza kirin. Min du caran jî jiyana xwe li Enqereyê û li Diyarbekîrê di hepse de derbas kir.

                         ******

Di ev salên dawî de jî di darizandina Kurdperweran de qerekterek hat guhertin. Bi sedan kurdperwer û rewşenbîr û siyasetvanên Kurd yên li dijî PKKê ne jî, di van salên dawî de li ser navê PKKê  hatin darizandin.

Min wek parêzer û di lêpirsînin di derbarê min de jî diyar kiriye ku ev helwesta ne niqûqî ye û Doza Kurd-Kurdistanê krîmnînalzekirin û terorîzekirin e.

Ji PKKê re xizmet e.

Lê dîsa jî dozgeran ji ev helwesta xwe dev bernadin.

Di sala 2006-an de dema ku min û du hevalên xwe, me xwest ku  operasyonên Dewleta Tirk li Dewleta Federe ya Kurdistanê bînin pêşiya raya giştî ya  Tirkiyeyê û Dinyayê; me ji Diyarbekîrê heta Xabûrê Sînorê Dewleta Federe ya Kurdistanê meş kir. Encama çalakiya me,  em di rêya meşe de hatin hepis kirin û di derbarê me de bi iddiaya ku me propagandaya PKKKê û piştgiriya PKKê kiriye doz hat vekirin.

Ev doza ji bona me şermezariyek bû.

Me wê deme di parêznameya xwe ya Kurdî û Tirkî de  jî diyar kir ku dewlet dikare me bi îdiaya Kurdistana Serbixwe û Dewleta Kurd darizîne, cizayê bide me.

Lê dadgehê dîsa jî di helwesta xwe ya şaş û qirêj de israr kir û li ser navê PKKê ciza da me.

Ez di van rojên dawî de jî di 11.02. 2025-an de li Diyarbekîrê  di Dadgeha Cezaya Giran ya 5emîn de li ser navê PKKê hatim darizandim.

Loma jî min di dadgehê Dozger bi gotinên gelek giran rexne kir û parêznameyeke Kurd-Kurdistanî peşkeş kir.

Mın daxwaz kir ku di derbarê Doza Kurd-Kurdistanê de ji bona dewletparêziya min ya Kurdistanê min darizînin û cizayê mezin bidin min.

Lê li ser navê PKKê darizandina min, ji bona min şermezarî ye.

Min di derbarê vê mijarê de Dozger di dadgehê de tewanbar kir. Min got ku, “di ev doza min de jî derker holê ku dozgerên Dewleta Tirk ji bona PKKê dixebitin û xebata pîarê ji bona PKKê dimeşînin”

Ez gelek vekirî diyar dikim ku ev helwesta Dozgerên Dewleta Tirk lîstikekê û zirarê dide Tevgera Neteweyı ya Kurdistanê.

Doza Kurd-Kurdistanê tê binperde kirin.

Divê ku Dozgerên Dewleta Tirk bi lez  dest-dev ji vê helwesta xwe ya qirêj berdin.

Diyarbekîr, 15. 02. 2025

Back to top button