CivakRojev

Mesrûr Barzanî: Di avakirina Kurdistanê de alîkarên me bin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di rewrisma derçûyên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir û got “Em dixwazin ciwanên me yên behredar ên derçû, di avakirina Kurdistanê de alîkarên me bin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de diyar kir: “Ez şerefmend im ku îro li vir im ji bo guhdarîkirina serkeftinên we, ez gelek şanaziyê bi pabendî û berdewamiya we dikim ku ji bo gihîştina vê qonaxê, we berceste kiriye.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Li hikûmetê, ajendaya kabîneya me bilindkirina standardan bû. Di van çend mehên dawî de, kabîneya hikûmetê bi piraniya dengan piştevaniya dirustkirina dezgeheke niştimanî ya mitmanebexşîn kir. Ev yekem desteya vê cûreyê ye li hemû welatan, armanca wê baştirkirina baweriya cûreyî û nirxandina standardên perwerde û fêrkirina hemû astan û dirustkirina ferheng û kultûrek e ji bo baştirkirin û pêşketina berdewam. Niha jî ev rûdide.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Armanca me ew e ku em bibin neteweyekî pir zanyarî û niştimanek ku tê de raman, dahênan, karê giran û sermayeguzarî alîkar bibe, da ku civaka me biguhere û çarenûsa xelkê me jî ber bi baştir ve were dariştin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Her yek ji we ku li vir in, civakek in ji bo Kurdistanê. Çi niha be yan ji bo salên bê, em dixwazin hûn beşek bin ji vî karê ku me dest pê kiriye ji bo ku em aboriya xwe pêş bixin û hemecûre bikin.”

Herwiha eşkere kir: “Em weke hikûmetê, pêwîstiya me bi alîkariya we heye. Em dixwazin ciwanên me yên behredar ên derçû, di avakirina Kurdistanê de alîkarên me bin. Em rêz li şiyanên we digrin û em girîngiyeke mezin didin fikra rexnegirane.”


Back to top button