Li Dyarbekirê heyetek a Partiya sosyalist a Kurdistanê bi serokatiya serokê Partiyê Mesut Tek, roja 7ê Hezîranê serdana HUDA -PARê kir û ji aliyê serokê HUDA-PARê Zekeriya Yazicioglu û heyeteka partiyê ve hatin pêşwazîkirin.
Herdu partî li ser rewşa siyasî û bûyerên rû didin axivîn û pêşniyarên xwe kirin. Piştî civînê serokê HUDA-PARê Yazicioglu da xûyaniyek da û got: Siyaset bi xwe hûnêrê çareskirina pirsgirêkan e.
Berdewamiya daxûyaniya xwe de Yazicioglu got: Hinek xwe ji mezinbûna pirsgirêkan xwedî dikin.Ew pêşeroja xwe difikirin û ji bo çareserî pêknewin dixebitin.Ew di rojeva me de tunene.Ew rêya ku ew li ser diçin dawiya wê tuneye.
Yazicioglu da xûyakirin ku pirsgêrêk hene û divê bêne çareserkirin. Serokê HUDA-PARê dibêje: Yek ji pirgirêka herî girîng û divê bê çareserkirin pirsa Kurd e. Divê rojek zûtirîn ev pirs bi ser bingehê edaletê bê çareserkirin. Ji bo çareseriyê daxwaziyên meşrû bi tu mercan ve nayê girêdan. Mafên bingehîn tu cara nabin babetê bazariya.
Li ser pirsa ; gelo bi HDPê re hun dikarin tifaqekî bikin, Yazicioglu got: Li gora baweriya min HDP di vê derbarê de ne xwedî îradeye, Îrada wan bi xwe tuneye. Ji bo vê HDP kîre tifaqa bike dê ne temen dirêj be. Ji bo ku HDP ne xwedî îradeye gelek Zehmet e ku li gel wan tifaq bê kirin. Partiyên din re hevdîtin hene û em dikarin tifaqî pêkbînin.