
Hêzên Sûriya Demoqratîk civînek li dar xist, tê de ragihand ku ew amade ne hemahengiyê bi rêjîma Sûriya re bikin.
QSDê piştî ku civîn bi dawî anî, daxuyaniyek belav kir tê de derbarê niyaza Turkiyê di encamdana operasyoneke leşkerî nû got: Ew wek hêzên Sûriya Demoqratîk amade ne hemahengiyê bi rêjîma Sûriyê re bikin, da ku rê li ber operasyoneke leşkerî were girtin.
Beriya niha jî her yek ji Mezlûm Kobanê fermandarê QSDê, Aldar Xelîl, serkirdeyê PYDê, Hisên Koçer fermandarê leşkerî di QSDê de û Şervan Derwîş fermandarê encûmena Munbicê ya leşkerî ragihandin ku ew ê berxwedaneke bêhampa bikin, ew ê derbasî şerekî dirêj bibin.
Tê zanîn ku di despêka şoreşa Sûriyê de, bi rêkeftin di navbera rêjîm û PKKê, herêmên kurdî radestî PKKê kir, da ku şoreşa Sûriyê û berşdarbûna kurd tê de nehêlin.