Hevpeyvîn

Mesrûn Barzanî li ser 65 saliya PDKê diaxive

Bi minasebeta 65saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, kovara Gulan hevpeyvînek digel  Mesrûr Barzanî endamê polîtbûroya PDKê û serokê ajansa parastina asayîşa herêma Kurdistanê (Parastin) kiriye.

Mesrûr Barzanî di hevpeyvîna xwe de 65saliya damezrandina PDKê li hemû endam, dost û alîgirên Partiyê pîroz dike û dibêje:

– PDK ji bona ku bergiriyê ji mana xelkê Kurdistanê û bidestxistina mafên rewayên gelê kurd hatiye damezrandin. Rêbaza Barzanî jî ji xebata paqija xelkê Kurdistanê ya ji bona bidestveanîna mafên rewayên gelê kurd li ser esasê aşitî, yeksanî û demokrasiyê pêkhatiye. Serokê me yê netewî Barzaniyê nemir  sembola dêroka pakij, dadperwerî, xweragirî, xebat û tekoşanê ye, ne bi tenê ji bo Partiyê, lê ji bo hemû dost û alîgirên rêbaza wî li hemû parçeyên Kurdistanê. Ji ber hindê bi a min bilindragirtina hestê netewayetî û niştimanî û berdewamîdan bi xebata pakij û modern, dikare paşerojeke rohn bo me dabîn bike û nîşandana wefadarîya me beramber serok û rêbaz û partiya me be.

– Partî mala hemû xelkê Kurdistanê ye, berî ku ew partiyeke siyasî be, ew tevgereke cemawerî ye, ji ber hindê di hemû rewş û qonaxên dîrokî de cîyê hemû çîn û kategoriyên civaka kurdî di nav Partiyê de dibe. Her vê taybetmendiyê wisa kiriye ku Partî berdewam di xizmeta xelkê Kurdistanê de be. Ji aliyekê din ve, Partî tu dema li ser hisaba xelkê Kurdistanê misawime nekiriye û bi taybetî cenabê Barzaniyê nemir û serok Mesûd Barzanî, ji bona parastina jiyan, mal û kerameta xelkê Kurdistanê, hertim  amdebûne xwe bikin qurbanî, Di demên teng û tarî de Partî yekem kon û yekem bergirîkara xelkê lêqewmiyê Kurdistanê bûye. Ango weke maleke mezin hertim deriyên wê ji bo xelkê Kurdistanê vekirî bûne. Vê girêdan û peywendiya bê navbir wisa kiriye ku Partî hertim cîyê baweriya xelkê kurdistanê be.

Di kongireya 13ê ya PDKê de serok Barzanî pêşniyara mafê çarenivîs bo gelê Kurdistanê kir.

– Pêşniyara cenabê serok Barzanî li ser wê esasî bûye ku wî baweriyeke timam bi yeksanîya neteweyan, mafê mirovî û daxazên rewayên gelê Kurdistanê heye. Gelek cara serok Barzanî gotye ku maf ji aliyê Xweda ve tê dan, lê mafê me ji me hatiye sitandin û bidestveanîna mfên gelê kurd heqê meye. Cibicîkirina her biryarekê jî berî her tiştî pêwîstî bi biryar û îradeya cîbicîkirinê heye. Em bi tenê dirûşma bilind nakin, em dizanin ku mefê gelê me hatiye xarin û bi alîkariya xweda em dê rojekê wî mafê xwe wergirin.

– Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku serok Barzanî ne bi tenê cîyê baweriya partiya xwe ye, lê piraniya xelkê baweriyê pê tînin  û ew cîyê baeriyê ye. Ev yek jî, bê şik, ji encamê dîroka xebat û ji helwestên wî yên netewî tê. Partî saziyeke siyasî ye ji bo bidestxistina armancên gelê me, ji ber hindê Partî berdewam dê cîyê baweriya xelkê bimîne û rastgoyane, ji bona xizmeta xelkê û bidestveaîna gişt maf û armancên wan, dixebite.

Eger rojekê Partî bibe opozisyon

– Yê ku bawerî bi demokrasiyê û pirosesa hilbijartinan hebe, divê ew milkeçê encamên wan jî be. Di her hilbijartinekê de aliyê serdikeve dibe desthilat û aliyê xisaret  dibe, eger digel aliyê serketî di hikûmetê de beşdar nebe, hingê ew dibe opozisyon. Opozisyon pêwîste beriya her tiştekî rêzê li dengên xelkî bigire û heta hilbijartinê bên bi awayekî şaristanî ji bo rastkirina şaşî û şikestinên xwe bixebite. Aliyê desthilatdar jî bernameyekî îlan dike ku xelk li benda cibicîkirina wê karnameyê dibin. Her dema aliyê desthilatdar nekarî di hilbijartinan de serketinê bidest bixe, pêwîste biçe ciyê opozisyonê û ji bo careke din bigihêje desthilatê divê bi rêyên şaristanî bo gihiştina desthilatê hewil bide. Û berdewam bi rêya qanûn û beşdariyeke aktîv di parlamentoyê de çavdêriya hikûmetê bike. Lê ya ji hemûyan giringtir ewe ku desthilat û opozisyon xwe xizmetkarên xelkî bizanin û milmilana wa a siyasî destkeft û berjewendiyên gel û welat nexin xeterê. Ango divê desthilat û opozisyon digel gelê xwe rastgo bin û xelkî nekin qurbanê tu destkeftiyên siyasî û şexsî. PDK weke aliyekî siyasî li her cîyê lê be, desthilatdar yan opozisyon be, dê girêdayî îradeya xelkî be.

Serhildana gel li Sûriyeyê û  kurdên wê derê

– Ew guhertinên li deverê diqewimin nîşana wê rastiyê ye ku tu hêz ji îradeya gel bihêztir tune û tu rijêmên diktator heta hetayê nikarin berdewam bin.  Em piştgirya mafên gelan û berfirehbûna sistema hukimdariya demokratîk li hemû deverê de dikin. Em piştgiraya mafê rewayê kurdan li Sûriyeyê dikin û hêvîdarîn ku ew jî bigihine kenarê aşitî, aramî û bi gişt mafên xwe şad bibin.

Siyaseta Partî bo berhingarbûna gendeliyê

– Nabe di vî warî de hizib yan desthilata bi giştî bê tawanbar kirin. Yê kar bike dibe ku şaşiyan jî bike, lê ya giring ewe ku li ser şaşiyan berdewam nebe. Em bi tu awayî piştgitya gendeliyê nakin, çi desthilat be yan jî li derveyê desthilatê be, û em kesê jî bê belge tawanbar nakin. Qanûn heye, bi tenê dadgeh dikare biryar bide kî bi gendeliyê tawanbar e. Eger hesek di nav Partiyê de bi gendeliyê tawanbar bibe, divê weke her kesekî normal biçe ber dadgehê.  Partî li dijî gendeliyê ye û bi hemû hêza xwe li pişt reforman û nehêlana gendeliyê radiweste.

–  Birêz cenabê serok Barzanî bawerîyeke mokim bi hukimdariya adil û dilosoz heye, wî kampaniyayeke berfireh ji bona rû bi rûbûn û binbirkirina gendeliyê dest pê kiriye û her kesê/a bi belge li ser îspat bû ku dest di gendeliyê de heye, bê feriq û cidahî, tedbîrên qanûnê dê digel bên kirin.
Em wê pirojeya cenabê serok Barzanî bilind dinirxînin û bi timamî piştgiryê lê dikin. Bi baweriya min binbirkirina gendeliyê pêwîstî  bi mekanîzmeke pakij heye ku rê li pêşiya gendeliyê bigire, ne ku bi tenê ew gendeliya hetiye kirin bişopîne. Bê guman, yên ku gendeliyê dikin dê berjewendiyên wan  bikevine di xeterê de, ji ber hindê hêceta digirin û hewila paşxistina lêkolînan dikin, lê hêvîdarim bi alîkariya xelkê dilsoz lez li serkeftian bernameyê cenabê serok bê kirin.

Şoreşa Îlonê

– Şoreşe mezina Îlonê, şoreşa avakirna hestên netweyî û berfirehkirina tevgera  rizgarîxaza xelkê Kurdistanê bû. Ji ber hindê li ser me hemûyan pêwîste wê bîreweriyê bilind nixînin û sozên xwe nû bikin ku, heta bidestxistina hemû mefên xelkê Kurdistanê, li ser xebatê berdewam bîn  û ya ku li ser me pêwîst be dudilî eda bikin. Ez gelek agdarî hûrgiliyên amadekariyên pîrozkirina şoreşa Îlonê nînim, belê hêvîdarim hemû kesên welatê me ji aliyê xwe ve  soza wefadarî û dirêjepêdan bi xebata şehîdên serbilind û pêşmergên mêrxas û gelê têkoşer bide û bi vî awayî  wê bîreweriyê pîroz ragirin.

Rojevakurd

Back to top button