Civak
Hêjmara kuştiyan bû 11
Di teqîna ku li karwanê leşkerî hatî kirin û 8 leşkeran jiyana ji destdayîn de, hêjmara kuştiyan gihat 11 kesî. Di encam de 11 leşker hatine kuştin.
Li ser vê bûyerê wezîrê navxwe û serokwezîr gelek peyamên hişk dan û gotin ku, ev êrîş bê bersiv namîne. Herweha li ser vê bûyerê wekîlê serokê BDP Hemit Geylanî daxuyaniyek da û got: Me bi xemgînî kuştina leşkeran seh kir. Ez rehmeta xwedê ji wan re dixwazim û xwedê sebrê bide malbatên wan , bila serê malbatên wan sax be.
Ji aliyek din ve Geylanî da xuyakirin ku divê ev tundî bisekine û vê derbarê de gav bêne avêtin ku rêya diyalogê vebe.