
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) banga agirbestê li PKKê kir û banga “operasyonan rawestine” jî li hikûmeta Tirkiyeyê kir.
HAK-PAR encamnameya 4emîn konferansa xwe ya li bajaroka Perteka ser bi Dêrsîmê, belav kir ku li 12ê vê mehê dest pê kiribû û 14ê vê mehê jî bi dawî hatibû.
Li gor encamnameya HAK-PARê, armanca li pişt siyasetên Tirkiye û Îranê yên li hemberî Sûriyeyê û êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê yên bi hinceta hebûna PJAKê, dijayetîkirina pirsa kurdî û jinavbirina destkeftên kurdan e.
Di beşeke din a encamnameyê de amaje bi wê çendê tê kirin ku ji bo bidestxistina maf û azadiyên xwe, pêwîste kurdên li Sûriyeyê yekîtiya di nava xwe de bihêz bikin û wek HAK-PAR ew piştgirî didin deklarasyona partiyên kurdên Sûriyeyê û dê hevkariyê digel kurdên Sûriyeyê bikin.
HAK-PARê bang li hikûmeta AK Partiyê kir ku operasyonan rawestîne û ji nû ve, nede ser rêya polîtîkayên şîdetê ku berê hatiye ceribandin û pê çi tiştek nehatiye bidestxistin û li şûna wê digel HAK-PAR, KADEP û partiyên din yên kurdan, maqûl û rûspiyên kurdan, hêzên aştîxwaz û demokrat, prosesa demokratîkbûnê bi rê ve bibe.
Li gor AKnews, Partiya Maf û Azadiyan da xuyakirin ku pêwîst e mafên demokratîk û neteweyî yên kurdan bên dayîn, destûreke nû bê danîn, Tirkiye ji nû ve li ser esasa pirzimanî, pirçandî û pirneteweyî bê avakirin ku pirsa kurdî bê bi van gavan bê çareserkirin.
Di encamnameyê de amaje bi wê çend jî tê kirin ku Rojhilata Navîn di vê maweyê de ji nû ve tê dîzaynkirin û pêwîste di navbera hemû kurdên li seranserê dinyayê, hevahengiyek hebe û kurd pişgtgirî bidin hev.