Polîtîk

Mesîhî daxwaza wezaretên giring dikin

Heftiya çûyî, Nêçîrvan Barzanî ku, ji bo pêkanîna kabîneya bê ya hikûmeta herêma Kurdistanê hatiye teklîfkirin, digel aliyên mesîhî civiya. Di civînê de aliyên mesîhî daxaz kir ku bi awayekî berfireh û çalak beşdariyê di kabîneya nû de bikin.

 Sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Bêtunehrên, Romyo Hekarî ji Rûdawê re got:

Di civîna aliyên siyasî yên keldanî-aşûrî û suryanî de digel kak Nêçîrvan Barzanî, me jê re ron kir her postekê bidin gelê me divê ji pêkhateya vê komcivînê be, wî jî soz da di kabîneya bê de vê daxwaza me bicih bîne. Ev civîna me qonaxa yekem bû, di qonaxa duyem de emê post û çawaniya beşdariya xwe zelal bikin. Niha jî em bi diyarkirina berbijaran ji bo wezîr û postên hikûmetê yên din ve mijûl in.

Di civînê de ku, 10 partî û aliyan meshî tê de beûdar bûn, daxwaza du wezîr, çend rêveberên giştî û çend şêwirmendan kiriye û biryare tevahiya daxwazên xwe bi awayekî fermî bixin berdestê serokê kabîneya heftan.

Sekreterê Partiya Demokrata Bêtunehrên dibêje:

Ji xeynî wan postên hikûmî emê daxwaza çend postên îdarî jî bikin wek reveberên nahiye, qaymqam û rêveberiyên xizmetguzariyê, herwiha cîgirê walî nemaze li Hewlêr û Dihokê, her çiqasî niha jî cîgirê waliyê Dihokê mesîhî ye.

Di kabîneya şeşan de aliyên mesîhî ji xeynî wezareta guhastin û gihandinê, 3 rêveberiyên wan yên giştî hen bûn. Romyo Hekarî got:

Hilbijartina wezîrê mesîhî yê kabîneya şeşan nexwezayî bû, ne bi pirsa aliyan bû, lê ji Ewropayê anîbûn.

Derbarê nêrîna wan li ser kabîneya 7an jî, Hekarî got:

Dîtina me li ser kabîneya 7an re cuda ye ji kabîneya 6an, çiku nerazîbûna xelkê li ser karê hikûmetê pir e, vêya jî wisa kiriye gelê me daxwazê ji me bike em bibin dijber, lê belê em dixwazin wek şirîkên ciddî tevî hikûmetê bibin.”

Li Herêma Kurdistanê 70 dibistanên suryanî û çend bingeh û navendên çandî û werzişî yên taybet bi mesîhiyan hene. Endamê polîtburoya Partiya Demokrata Bêtunehrên Amir Huzêran ji beşdariya mesîhiyan di hikûmetê de ne razî ye û dibêje:

Li ser asta hikûmî bi awayekî pir kêm mesîhî beşdar in, di rêveberiyê de jî tu hebûna gelê me di parêzgeh û civatên wan de tune, her çiqasî li wan deverên ku em piranî ne mesîhî di postan de hene, lê belê ew ji aliyê partiyên mesîhî nayên diyarkirin, lê ji aliyê PDK û YNKê tên danîn. Mesîhî daxwaz dikin di kabîneya 7an de wezîrek bi navê wezîrê karûbarên mesîhiyan hebe.

 

Back to top button